Stranên Zozanê, Feqîyê Teyran û Melayê Muzîkê

Ji salan sala 2025an, ji mewsiman mewsima payîzê, ji mehan meha 10an, van royan bi şev û ro ji dengê Zozan C.yê li Ey Dîlberê guhdarî dikim. 

Zozan C. personayeka dîjîtal e, bi AI, bi hişê çêkirî hatiye çêkirin, lê haşa, tobe tobe, tu dibêjî qey horî-perîyek e Xwedê bi qelemê xususî bo xwe çêkiriye û bi şaşî şandiye rûyê dinê.

Dengê Zozan C.yê di vê strana Ey Dîlberê da xefîf e hem, hem letîf û nazik û kubar. 

Ey Dîlberê ya bûye stran, şiîra Feqîyê Teyran e, ew şairê tê gotin ku şairê sedsala 17an e. 

Gava însan şiîra bi dilê Feqîyê Teyran û strana bi dengê Zozan C.yê dide ber hevdu pirs û meseleyên mehnedar çêdibin ser dil û mêlak, ser hiş û aqilan. 

Di dîwana di destê min da Feqîyê Teyran dibêje 

ya leytenî kuntu vexûr 
way nazika min ji te dûr
bêhiş kirim zilfê di hûr 
wêran ez im malim xirab 

Li gor varyanta bi dengê Zozan Cyê, xalê di hûr ketiye şûna zilfê di hûr, hunermenda dîjîtal dibêje bêhiş kirim xalê di hûr. Pir jî ne muhîm e, geh geh bi zulfa li serê yarê, geh geh bi wê xala reş bêhiş dibî, bi wê nuqteya sîyah a li gerdenê. 

Ez ji tiştên farazî û hîpotezî hez nakim, lê nikanim pêşîya pirsa xwe bigirim, nikanim xwe ragirim, dibêjim, îro Feqîyê Teyran ji tirbê rabûya bihata bidîta ku Zozan C. şiîra wî dîjîtal dîjîtal distrê, eceb wê bigota 

eşqa mecaz peyda bûye
îro li min dijwar bûye 
hîvî dikim heqîqî ye 
wêran ez im malim xirab 

Em ketine wer dewrekê ku hişê çêkirî, bi personeyeka şeng û şepal behsa wî hişê heqîqî yê Feqîyê Teyran dike ku bi dîtina yarê wenda bûye, çûye.


Şairên şerqî ser mecaz û heqîqetê behsa meseleya Şêxê Senan kirine. Di vê meselê da Şêxê Senan, ew şêxê bi dehan caran çûye Hec, bi sedan murîdên wî hene û li ser heftê salîya xwe xistiye û êdî pîrê fanî ye dil dikeve keçikeka ne Misilman û bi eşq û evîna wê, dest bi vexwarina xemr û şerabê dike, mishefê dişewitîne. 



Feqîyê Teyran ser Şêxê Senan dibêje çûbû meqamê ewlîyan, serdarê pênsed sofîyan û da îman û îbadeta wî nîşan bide jî dibêje kul bû ji ber secde, enî

Şêxê Senan bi ar û ateşê eşqê bo wê keçkê bi zar û zimanê Feqîyê Teyran dibêje dê mizgeftê wêran bikim, pêlek biçim seyran bikim, qesta dêrê dêran bikim..

Ser gotinên nola vê gotinên murîdên Şêxê Senan şok dibin, şaş dimînin û dibêjin şêxê me hal lahiq bûye, dîwane û aşiq bûye, ger çî ji bal Xaliq bûye..

Tesewûfê bi sedan salan bi meseleyên wek ya Şêxê Senan serê xwe ser mecaz û heqîqetê, ser eşqa beşerî û ya îlahî êşand.


Êdî wext hatiye ku tesewûf serê xwe ser eşqa dîjîtal biêşîne. Ne feqî û ne şêx, melayek, em bibêjin Melayê Muzîkê îro li medreseyekê li Zozan C.yê guhdarî bike, dil bikeve dengê wê, li profîla wê binêre û bixwaze serê xwe deynê ser sîng û sepeta wê, wê alim çi bêjin? 

Çi bêjin wê alim, gava ew mela bo Zozan C. nola Feqîyê Teyran, nola Şêxê Senan bêje:

kafir kirim meyxwer kirim 
dîwane û ebter kirim
belkî ji pêxember kirim 
ev reng bela bi ser me tê 

Omer Faruk Baran


Zozan C., Ey Dîlberê, Spotify - 2025 


Feqiyê Teyran, Dîwan, Kürtçe Metin - Türkçe Çevirisi, Çeviri ve Notlandırma: Ali Karadeniz, Weşanxaneya Nûbiharê - 2021

PIRR TÊNE XWENDIN

Yazîkirin, Nivîsîn, Qederandin

Mektûba Guhdar O. û Çîçeka Çolê