Mektûba Guhdar SH. û Cewabeka Kilamî
Divê ez serê sibê saet di dehan da li mala Kilamcî Îwramê Xanimê bim. Min du roj berê bi wî ra xeber daye, min jê ra gotiye "Ezê bêm ziyareta te, te bibînim." Wî jî ji min ra gotiye, "Guhên min giran wûne keça min, e nikam kilama biwême. Dixwazî were, tu hatî jî serê sibê were, ezê herim nimêya Înê, keça min a delal!’’
Roja Înê serê sibê wextê ez li Semsûrê digihîjim nêzî mala dengbêj, ez telefonê dikim. Li ser telefonê dibêje "Va e li ber qêpi me, gopal di destê mi da ye!" Ez li dora xwe dinêrim, dibînim ku li pêşiya min, li ber derî kalekî 85-90 salî, berçavk li ber çavan, şalwarek lê, kumek li serî, sekiniye. Bi beşereke xweş min pêşwazî dike dengbêjê kal û em bi hevdu ra derbasî hundirê odeya wî dibin.
Li hundirê odeyê sohbeteke xweş destpê dike. Dengbêj Îwramê Xanimê teyba xwe tîne û kilama Dewrêşê Evdî dide ser. Dibêje "Mi sê band qeyd kirin. Ev tenê li ba mi ma. Wê çaxê min karibû. Êdî taqet nemaye. E royê bandekê didim ser."
Ji teybê dengek bilind dibe, yek dengbêj teqdîm dike, "Îwramê Xanimê diwê ye. Vaya banda xwe ya sisiyan e. Dikê di vir da Dewrêş bişîne herbê, bikujê. Em guh bi ser din, werê Kekê Îwram werê"
Bala xwe didim odê, xaliyên sor ên nexşkirî yên rîs raxistî ne, di rengê xaliyan da balgiyên mezin li ber dîwêr danîne ku berê min ev balgî li oda kalê xwe jî dîbûn. Tawanê odê wek yê xaniyên berê yên li gundan darîn in. Li nêzî deriyê odeyê televîzyoneke kevin heye, li paş derî jî doşek û balgî li ser hevdu hatine rêzkirin.
Wextê ez sohbet û hevpeyvîna xwe ya digel dengbêj temam dikim ferq dikim ku a min ne tenê xebateka qadê ye. Wek ku ez di rêwîtîyeke cuda da zêdetir nêzîkî nasnameya xwe, çanda xwe, zimanê xwe, dîroka xwe û miletê xwe dibim.
Lewra her ku ez guh didim kilamên Kilamcî Îwramê Xanimê, ez bi kilamên di hiş, dil û bîra xwe da dihisim. Kilam wekî wêneyên reş û spî, wekî CDyên xêzkirî, wekî bandên dengbêjan ku carina deng zelal jê dertê carina dike xîzexîz di hişê min da diçin û tên.
Dîmenên oda kalê min xuya dikin, winda dibin û xuya dikin; dîmenên Huzniyê Kor ku kumek li serê wî ye, di dest da elbane heye, li kêleka kalê min rûniştiye, li ber çavên min wekî birqên birûskê ronî didin û winda dibin. Şevên zivistanê têne bîra min, wextê hevalên birayên min dihatin mala me û dixwestin bavê min ji bo wan kilamekê bibêje. Wan şevên ku mêvan hebûn, wan şevên ku min xwe di pêşa diya xwe da wekî pisîkekî ditewand û bi kilamên bi dengê bavê xwe, bi Kerr û Kulik, Sîyahmedê Silîvî ra diketim xewê.
Otomobîl di nav avahiyên wêrane ra, di nav yên ji nû va têne çêkirin ra derbas dibe. Camên otomobîlê dadixim. Çiyayên Semsûrê xuya dikin ku wan serê sibehê wekî dayikek li benda zarokê xwe be, li pêşiya min hemêza xwe vekiribûn. Li aliyê min ê çepê hêşînahiya Çemê Ferat xuya dibe û li paş min bajarê piştî erdhejê kirasê xwe guhertiye..
Ez kelogirî dibim. Dikevim nav xem û xeyalan, bîra min jî hinekî dişibiya vî bajarê xopan û perçebûyî lê wekî bajêr xwe ji nû ve ava dike. Dengên qels yên kilam û çîrokên di bîra min da hêdî hêdî vediguhezîn dengekî xurttir û xatir ji Semsûr û ji Îwramê Xanimê dixwazim.
Guhdar SH.
***
Guhdar SH.,
Min navê Îwramê Xanimê nû, bi xêra vê mektûba te bihîst, spas, mala te ava.
Piştî min mektûb sê çar caran xwend, li ber çavên min royên berê, li ser guhên min dengê Îwramê Xanimê ez di bîra xwe da bi rê ketim, çûm li Dewrêşê Evdî gerîyam.
Cara siftih min bi kaseteka Xelîl Xemgîn bihîstibû Dewrêşê Evdî û qey zihar ez î hîn î zar bûm min fehm nekiribû Dewrêş seba çi çûbû cenga 1700 siwarên Tirkan û Gêsan.
Û dîsa ji dengê Xelîl Xemgîn min fehm nekiribû ku ew Edûla Dewrêş dil dabûyê seba çi dibêje ‘’bavê min xêr û xweşîyê ji xwe nebîne..’’ Ewlad keç dibû kur dibû, çito gotineka wanî giran bikira ser bavê xwe?
Salên lîseyê min bi Tirkî ji kitaba Bawer Ferat xwend berê mesela Dewrêşê Evdî. Dûra salên unîversîteyê min bi Kurmancî bi kitaba Eyüp Kıran li meselê nihêrî.
Şahîn Bekirê Soreklî ji gotina Baqî Xido anîbû Dewrêşê Evdî bi şeklekî min pir hez kiribû jinûva hazir kiribû, min him lê guhdarî kiribû, him jî kitaba wî xwendibû.
Li hêla me Sirûcê meseleyeka methê bû Dewrêşê Evdî. Bi serbilindî dihat gotin ku Dewrêş xwarzîyê Sirûcê ye. Çinku li cem me li şûna ku bêjin ‘’Tu kurê kê yî?’’, dibêjin ‘’Tu xwarzîyê kê yî..’’
De te çi rind kiriye te çûye silaveka dostane li Îwramê Xanimê daye. Kilamcî ku ji sewt û taqetê dikevin, dilşikestî li dora xwe dinêrin ku yek here halê wan bipirse, qedrê wan bigire.
Mesela ji wan dilşikestîyan yek Seyîdxanê Boyaxçi bû ku ew serê salên 2010î berî ji sewt û taqetê bikeve li Diyarbekir pir populer, pir medyatîk bû.
Sala 2020an wefat kir Seyîdxanê Boyaxçi. Wî sala 2019an bi halekî nexweş û perîşan gotibû ‘’Ku ez mirim bira kes neyê ser gora min û bira Fatihekê jî nexwîne..’’
Ûdkişandin e, qîmetdayîn e, qedirgirtin e, yek ser Îwramê Xanimê mektûbekê dinivîse, yek jî cewabekî dide û wan her du mektûban dixwîne.
Careka din spas Guhdar SH., bi xatirê te.
Omer Faruk Baran