Mektûba Guhdar D. û Piçek Payîz
Serê sibe saet di 07:04 an da alarm lêdikeve. Ez û qîza xwe şîyar dibin. Rutîna min ji bo kar, a wê ji bo mektebê destpê dike. Îro ji bo rojeka enerjîk ji Shahram Nazeri - Shirin Shirin vedikim ji telefona xwe. Em diranên xwe firçe dikin, cilên xwe li xwe dikin û derbazî mutfaxê dibin. Çenteyê qîza xwe hazir dikim, ne defter û kitab, kîjan fêkî, kîjan biskuvît, kîjan avdank.. Di dilê xwe da dibêjim ‘‘Xwedêyo kînga wê teşqeleyên min biqedin?!’’ Em derdikevin hêdî hêdî ji malê, kilîda malê û a erebê kontrol dikim, qîza min dipirse ji min, ‘‘Ezê kîjan solê pê bikim?’’ Kilîdê car din kontrol dikim û solên wê dikim nigên wê û solên xwe pê dikim û qîza min dibêje: ‘‘Mamîîîî, min avdanka xwe bîrva kir.’’ Kesereka kûûûûrrr dikişînim, solên xwe derdixim, dikevim hundir û avdankê digirim. Car din solên xwe pê dikim, derî kilîd dikim û em li erebê siwar dibin. Saeta Silav û Gulav ê ye di Veng Radyo da. Digihîjin ber mektebê em, qîza min dibêje ‘’Çentê min giran e Mamîîî, bi min ra were’’ Ere...