Mektûba Guhdar D. û Barana Birînan Şil Dike

Di erebeya xwe de li ser Pira Dîcleyê me. Baraneka pir dibare û ez nîvro ji kar derketime jibo hinek tiştên serêşîyê diçim qereqolê. Ji gujeguja baranê nexweşê min yê 19 salî Hesen tê ber çavê min.

Tê bîra min, berîya du hefteyan bo kontrola kemoterapîyê hatibû odeya min. Bi birîna xwe û bi çavên xwe yên kesk û gir hatibû. Jiber baranê şil bibû.

Min gotibû ‘’Ka were hindur rûne, tu şil bûyî, sar e îro.’’ Di devê derî de bi çavên xwe yên xweşik kenîyabû û gotibû ‘’Na, ez baş im xocam, ezê tiştekî bipirisim û biçim, otobusa min a Tetwanê radibe.’’

Bi israr min gotibû ‘’Temam were rûne, rûne, dûre bipirse’’ Hatibû û li ser pirsên wî, li ser pirsên min, pişta xwe vekiribû. Jiber birîna pişta wî bêhna mirîyan jê dihat.

Pişta wî ne jiber baranê, jiber enfeksîyona birîna wî şil bibû. Min gotibû ‘’Tu bi vî şeklî nikarî herî Tetwanê.’’ Wî jî gotibû ‘’Na ezê biçim, dergîstîya min li benda min e, ne mimkûn e bimînim.''

Îro xeber dan min, gotin Hesen entûbe ye, nikare nefesê bistî..

Hew dimîne ku li pêş xwe biqelibim, pêl frênê dikim, sert. Kamyoneteka biçûk e li pêş min, ser tevî numareyeka telefonê ‘’Mezar Kazılır’’ hatiye nivîsîn, goran dikole yanî; kamyonet dizivire alîyê Goristana Fîskaya.

Erebeya xwe disekinînim. Ne jiber baranê, lê jiber hêsirên çavên xwe nikarim bajom êdî. Derdikevim ji erebeyê dûra, ne xema min e qereqol û îşên din yên boş û betal û beredayî; derdikevim ji erebeya xwe, dadikevim ber çêm.

Baran pir dibare, av ji pişta min tê, baran pir dibare, av ji pişta çêm tê. Diqîrim, çem diqîre, diqîrim, çem diqîre, diqîrim çem diqîre, av li pişta Hesen, Hesen jî dimire. ''

Guhdar D.

PIRR TÊNE XWENDIN

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe

Bi Halên Tercûmekirinê Hewalên Şiîrekê

Mektûba Guhdar D. û Rêya Xewê