Koma Amedê Newroza Biharê Anî Payîzê


Koma Amedê 25ê meha 10an, 2025, li Diyarbekir konseraka tarîxî da. Ez jî jibo çavnêrînan bikim, li meydana konserê, li Parka Newrozê hazir bûm. 

Konsera ku wexta wê êvar û şev bû, bi ketina tarîyê ra zemîn çêkir ku Koma Amed bi mecazê, bi stranên xwe agirekî gur vêxwîne, bi ronahîya wî agirî tali li tarîyê bîne û Newrozê ji biharê bişemitîne payîzê. 

Belkî nîvê pir ji bajarên din bi deh hezaran însan hatibûn jibo konsera Koma Amedê top bûbûn ku koma di payîza heyata xwe da, nû, cara pêşî ewqas heyran li cîhekî didî û xwe li serê destpêka heyata xwe, li bihareka bi gul û kulîlk hîs dikir.

Berî konser destpê bike ji Şivan Perwer heta Hozan Şemdîn û Xelîl Xemgîn gelek sazbendan ji ekranên mezin mesajên xwe gotin. Hinek mesaj pir dirêj bûn, gerek sazbend kin bibirin. 

Ji girtîyên sîyasî, mesaja Adnan Selçuk Mızraklı bi Tirkî mesajeka zimanedebî bû û tesîr li heyranan kir. 

Mesaja Selahattin Demirtaş, tevî ku heyranên wî û çepikên wî zêde bûn jî jiber ku ew bi Kurdî bû û ne stîla Demirtaş bû, ti mehneya kûr neda û sivik ma. 

Paşê serok û rêberên beledîye û partîyan peyîvîn û peyîvîn, peyîvîn û peyîvîn, peyîvîn û peyîvîn ku milet pê pir aciz bû. 

Çinku ew serok û rêber ji kontekstê, ji konsera Koma Amed pir dûr diketin û dirêjbûna şor û gotinên wan tesîr li dera han, tenê hêrsa milet radikir. 

Xanima konsera Koma Amed pêşkeş dikir jî gava piştî wan axaftinan mîkrofon dîsa girt, got ‘’Sebra we nema, ne wisa?..’’ 

Na, nema, û Koma Amed bi Amêdîyê derket ser sahneyê, nola ku silavek be li Amedê. Texmîn dikim ku bi hezaran heyranên Koma Amedê hîn jî dibêjin qey qest ji Amêdîyeyê Amed e, Diyarbekir e. Lê va malumata şaş be jî tiştekî mîna xeletî meşhûr be jî, Amed jî nola Amedîyê bi vê stranê pir kêfxweş bû, gozelê gozelê. 

Dûra geh bi sewtên slow, geh bi rîtmên reqs û govendê dewam kir konserê û raber kir ku miletê me gotinên stranan nizane. Çi gava Koma Amed berê mîkrofonê da heyranên xwe, deng tim hindik bû, ti carî bilind nebû. Tenê di ‘’Êvar E’’yê da, di ‘’harallîllah’’ da, ew jî jiber ku nola sloganekê bû, bi heyranan dengekî bilind çêbû. 

Haa slogan, sloganên bi rastî jî sîyasî û al û flamayên resmî.. Xwezîya min kanibûya bigota ‘’Min tiştekî wer li vê konserê nebihîst, nedî..’’, lê malesef.

Gerek herkes zanibe ku muzîk bi xwe pir tiştan dibêje, li konseran îcab nake ku sembol û sloganên din tiştekî bêjin.

De ez a rind bêjim, Koma Amedê 25ê meha 10an, 2025 li Diyarbekir konseraka tarîxî da.

Omer Faruk Baran

PIRR TÊNE XWENDIN

Stranên Zozanê, Feqîyê Teyran û Melayê Muzîkê

Yazîkirin, Nivîsîn, Qederandin

Mektûba Guhdar O. û Çîçeka Çolê