Benda Psîkolojîk: 100 Dolar

Seba bibînim li dinê berê karên kultûrî li ku ye û çi dibe çi diqewime car caran vedikim ji înternetê The Guardian ya Îngilizan dixwînim.


The Guardian, dema ez wê dixwînim di ber ra di ser ra metneka kin û kûr derdixe pêş min.

Payîz 2025, di metnê da mealen tê gotin ku piranîya medyayê ji Elon Musk bigire heta Mala Murdochan di bin kontrola mîlyarderan da ye û aktorên xerab û xêrnexwaz malumatên şaş bela dikin û zirarê didin demokrasîyê.

Di dewamê da The Guardian dibêje ferqa me ew e ku me pişta xwe sipartiye destekên xwendevanên xwe û em bi palpişta wan karên rind û rast û durist dikin.


Hez dikim ji vê stratejîya The Guardianê, seknekê dide wê, serbestbûnekê didê.

Bo Perxudres Podcastê, bo vê podcasta xususî bo edebîyatê sînerjîyeka siwar çêdike min bang li guhdarên wê kir ku ji Patreonê destekê bidin û dengê wê bilind bikin.

Temûza 2025an bi destekên guhdarên delal 60 dolar ket hesabê Perxudres Podcastê, Agustosa 2025an jî 97 dolar hat.



Zanim ku 100 dolar bendeka psîkolojîk e. Eger wê bendê bişkînim, ezê gaveka din nêzîkî hedefa xwe bibim ku dibêjim, seba ez wekî din ti îşî nekim û tenê karên Perxudres Podcastê bimeşînim gerek ji Patreonê her meh 1000 dolar were bi destekên guhdaran.

Li ser Patreonê bi mehane 1 dolarê destpê dike tarîfeyên destekê. Kesên zêde destteng û haltenik ne têda elbet, vî zemanî bo mehekê 1 dolar zirar-zîyaneka mezin nade budçeya ti kesî, lê gava 1 dolar ji vî yek ji wî, 1 dolar ji vê yek ji wê dikevin ser hevdu, meseleyeka muhteşem çêdibe.

Dema min nû banga The Guardianê ya ser destekên bi 1 dolarî dîtibû, bi min pir ecêb hatibû.

Bes gava ez destekên bi deh hezaran bi sed hezaran kes fikirîbûm, wê çaxê ez serwext bûbûm, min fehm kiribû The Guardian meaşên bi sedan xebatkarên xwe çito dide.


Banga min eyan û eşkere bo hemî guhdarên Perxudres Podcastê ye.

Eger Perxudres Podcast tiştekî li heyata we zêde dike, eger hûn bi hez û heyranîyekê li benda her xeleka nû dimînin, eger hûn dibêjin em di Kurdî da hesreta karên wanî çeleng in, hûn jî dikarin mehane bi 1 dolar pişta Perxudres Podcastê qewîn bikin ku ew serbest bimîne û karên xwe yên bi kalîte nesekinîne û wan hîn jî pêşva bibe.

Em zanin ku ew guhdarên me yên mehane 3, mehane 5, mehane 20 dolaran didin Perxudres Podcastê ji rizqê mala xwe dibirin.

Mala we ava, dengê me li mala we ya guhdarên delal, dengê me ji we, dengê me bi Kurmancî û dengê me bi Zazakî.

Sax bin, berxudar bin, vê gavê bi xatirê we.

Omer Faruk Baran

Di ser Patreonê ra hûn dikarin bo carekê yan jî di otomatîkê da her meh destekên xwe ji Perxudres Podcastê ra bişînin. Dilê we çi wext bixwaze hûn dikarin destekên xwe bisekinînin, betal bikin.

Patreon: Perxudres Podcast

PIRR TÊNE XWENDIN

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe

Bi Halên Tercûmekirinê Hewalên Şiîrekê

Mektûba Guhdar D. û Rêya Xewê