Kayıtlar

Patreon etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Qasim 2025: 230 Dolar

Resim
Qasima 2025an ji ser Patreonê bi destekên 19 guhdaran 230 dolar ket hesabê Perxudres Podcastê.   Jiber ku piranîya destekçîyên me jiber rewşên xusûsî naxwazin navên wan di xelekên spasîyê da werin eşkerekirin, em navên wan nabêjin, lê bi nîyeta silav û spasîyê ew ji ku ne, em navên bajarên wan dibêjin.  Bi qasî em elimîne Qasima 2025an guhdarên me yên ji Mêrdîn, Diyarbekir, Adiyaman, Erzirom, Agirî, Urfa, Meletî û Mûşê destek dane.  Guhdarên me ji Patreonê bi qasî hikmê xwe, bi qasî budçeya wan rê dide, bo tek carekê yan mehane di otomatîkê da, 1 dolar, 3, 5, 10, 20 yan jî 30 dolar destek didin.  Perxudres Podcast bi van destekên guhdaran pir û pir şa ye ku ew wisa bi awayekî serbest, serbixwe, bêyî ku bikeve bin hikmê terefên sîyasî, bi perspektîfeka objektîf li meseleyan dinêre.  Da fikir û fokusa me tenê li ser Perxudres Podcastê be hedefa me mehane hezar-1000 dolar e, da weşana me nesekine û em kalîteya karê xwe hîn rind bikin. Banga me xayet zelal e: Eger h...

Eylûl 2025: 101 Dolar

Resim
Eylûla 2025an bi destekên guhdarên delal 101 dolar hat ket hesabê Perxudres Podcastê. Piştî dewlet û bankayan bac û xeracên xwe birîn ma 101 dolar ku bo min 100 dolar bendeka psîkolojîk bû.  Ez dibêjim li gor îstatîstîkan bi hezaran guhdarên Perxudres Podcastê hene û jibo karên vê podcastê nesekinin dewam bikin gerek ji Patreonê bi destekên guhdaran her meh 1000 dolar bikeve hesabê wê. Spasîya guhdarên me yên ji Nisêbînê, ji Diyarbekir, ji Adiyaman, ji Agirî, ji Erzirom, ji Sirûcê dikim - hinek min nikanibû tesbît bikirana - bi 1 dolar, bi 3, bi 5, bi 10 û bi 20 dolaran jibo domdarîya Perxudres Podcastê 101 dolar dane ser hevdu.  Nola her tim banga min eyan û eşkere bo hemî guhdarên Perxudres Podcastê ye. Eger hûn ji Perxudres Podcastê hez dikin, eger hûn dibînin ku ew tiştekî li heyata we zêde dike, eger hûn bi heyecan li benda her xeleka nû dimînin hûn jî dikarin dikarin ji Patreonê destekê bidin, mehane çi bi 1 çi bi 20 dolar.  Wê dema hanê guhdareka şixul di dest da j...

Benda Psîkolojîk: 100 Dolar

Resim
Seba bibînim li dinê berê karên kultûrî li ku ye û çi dibe çi diqewime car caran  vedikim ji înternetê The Guardian ya Îngilizan dixwînim. The Guardian, dema ez wê dixwînim di ber ra di ser ra metneka kin û kûr derdixe pêş min. Payîz 2025, di metnê da mealen tê gotin ku  piranîya medyayê ji Elon Musk bigire heta Mala Murdochan di bin kontrola mîlyarderan da ye û aktorên xerab û xêrnexwaz malumatên şaş bela dikin û zirarê didin demokrasîyê. Di dewamê da The Guardian dibêje  ferqa me ew e ku me pişta xwe sipartiye destekên xwendevanên xwe û em bi palpişta wan karên rind û rast û durist dikin. Hez dikim ji vê stratejîya The Guardianê, seknekê dide wê, serbestbûnekê didê. Bo Perxudres Podcastê, bo vê podcasta xususî bo edebîyatê sînerjîyeka siwar çêdike min bang li guhdarên wê kir ku ji Patreonê destekê bidin û dengê wê bilind bikin. Temûza 2025an bi destekên guhdarên delal 60 dolar ket hesabê Perxudres Podcastê, Agustosa 2025an jî 97 dol ar hat. Zanim ku 100 dolar bendeka ps...

Mîlyonek Dolar Heyat

Resim
The New York Timesê Temûza 2025an ser ekonomî û ensdustrîya podcastan xebereka pir ecêb enteresan weşand.   Di xeberê da dihat gotin ku heyranên Joe Budden Podcast ji Patreonê her meh, mîlyonek, 1 mîlyon dolar destek didin vê podcastê. Berê min got qey hişên min dîsa ne li serê min in û ez şaş dixwînim. Lê na, 70,000 destekçîyên Joe Budden Podcastê hinek bi 5 hinek bi 50 dolaran mehane 1 mîlyon dolar didin ser hev ku va podcasta weşana xwe nesekinîne û wê bi moral û motîvasyon, bi qafekî rihet bidomîne.  A min, Temûza 2025an ji Patreonê bi destekên 5 guhdaran û bi qutbûna heqê transferên bankayan, ma, 60 dolar ket hesabê Perxudres Podcastê.  Deynê Riversideê hatibû. Riverside platformeka hazirkirina podcastan e; li ser dengê xwe qeyd dikî, pak dikî, montajê filan dikî, salê bi 180 dolarî. Ez jî li ser Riversideê qeydên Perxudres Podcastê hazir dikim. Min anî ew 120 dolar xist ser 60 dolarên guhdaran û deynê Riversideê da. Mala wan guhdaran destekçî ava, dibêjim, bi xêra w...

Spotifyê Xebera Xêrê Da: Êdî Kurdî Nas Dike

Resim
25ê Temûzê 2025, În Îro dinê ne îşê îşan germ bû li Riha, te digo qey ar bi dinê ketiye, alawî ji dinê radibe. Ez ku damîşe germê dibim û di kelegermê da jî heta pir ne mecbûr be ji odeya xwe dernakevim, min dî nabe, min çû xwe avêt ber bextê klîmaya li salonê.  Dîya min û xwişka min a mezin Cemîle li min nihêrin û gotin ‘’Go ti jî dibêy dinê germ e dêmeg dinê êdî dişewite’’  ‘’Bira dinê ne, bira Spotify bişewite’’ min digo di dilê xwe da. Ketibûm Spotifyê min dîsa bê hêvî û bê heyecan li eyarên zimên dinêrî ku çi bibînim, şok!  Spotifya jiber qebûlnekirina zimanê Kurdî kezeba min reş kiribû êdî anîbû Kurdî li lîsta zimanan zêde kiribû.  Di vê kelegerma kafir da nola ku anîn satilek ava honik li min kirin. Şa û şên, rû bi kêf dev li kên firîyam erş û ezmanan, mîna xewnan bû. Çinku, podcasterên din pir nizanim, min bi xwe sê salan bi Spotifyê ra şer kir ku Kurdî nas bike û talîya talî westa min li ber tiştekî girt, kêrî tiştekî hat.  Êdî hatibûm ber hedê protesto...