Spotifyê Xebera Xêrê Da: Êdî Kurdî Nas Dike
25ê Temûzê 2025, În
Îro dinê ne îşê îşan germ bû li Riha, te digo qey ar bi dinê ketiye, alawî ji dinê radibe.Ez ku damîşe germê dibim û di kelegermê da jî heta pir ne mecbûr be ji odeya xwe dernakevim, min dî nabe, min çû xwe avêt ber bextê klîmaya li salonê.
Dîya min û xwişka min a mezin Cemîle li min nihêrin û gotin ‘’Go ti jî dibêy dinê germ e dêmeg dinê êdî dişewite’’
‘’Bira dinê ne, bira Spotify bişewite’’ min digo di dilê xwe da. Ketibûm Spotifyê min dîsa bê hêvî û bê heyecan li eyarên zimên dinêrî ku çi bibînim, şok!
Spotifya jiber qebûlnekirina zimanê Kurdî kezeba min reş kiribû êdî anîbû Kurdî li lîsta zimanan zêde kiribû.
Di vê kelegerma kafir da nola ku anîn satilek ava honik li min kirin. Şa û şên, rû bi kêf dev li kên firîyam erş û ezmanan, mîna xewnan bû.
Çinku, podcasterên din pir nizanim, min bi xwe sê salan bi Spotifyê ra şer kir ku Kurdî nas bike û talîya talî westa min li ber tiştekî girt, kêrî tiştekî hat.
Êdî hatibûm ber hedê protestokirina Spotifyê: Van demên dawî min ji Enstîtuya Kurdî ya Lozanê ra û ji Qehwe û Felsefe Podcastê ra nivîsîbû ku em ser vê meselê tiştekî bikin bi hevdu ra û dengê podcastên bi Kurdî bilind bikin.
Camêran bi kubarî cewab dan û gotin em dikarin bi hevdu ra tevdîrekê bigerînin. Qey îstixbarata Spotifyê bi tevdîra me hisiya û mecbûr gavek avêt.
Tesîra PodNewsê jî heye ez dibêjim. Min çend caran ji vê malpera bi Îngilizî re nivîsî ku ser vê meselê binivîsin. Wan jî digot ‘’me bi Spotiyê ra xeber daye em li benda gavên guherînê ne.’’
Bo arşîvê bo tarîxê qeyd em bibêjin: Spotifyê di talîya Temûza 2025an re Kurdîya podcastên mîna Perxudres Podcastê qebûl kir, ziman nas kir.
Spasîya guhdarên Perxudres Podcastê, ew guhdarên sadiq û samîmî dikim ku di royên teng û tarî da jî em tenê nehiştin û kirin ku em bi cesaret û cidîyet dewam bikin di podcastê da.
Dîsa spasîyeka xususî jî bo wan destekçîyên Perxudres Podcastê yên li ser Patreonê ku bi xêra wan barê me parîyekî sivik dibe û em dibînin li dinê hene hîn dostên kultûr, sanat û edebîyatê.
Û spasîyek bo Omer Faruk Baran ku ser Perxudres Podcastê dibêje ‘’mal e, mekteb e, memleket e, ku ne kultûr, sanat û edebîyat be însan qet e..’’
Bi xatirê we.