Kayıtlar

Guhdar J. etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Mektûba Guhdar J. û Barê Rê

Resim
Ez vê nameyê di tarîya şevê de dinivîsim. Her tişt di ber çavên min re derbas dibin li ber cama otobusê.  Hêvî dikim ku bi vê nameyê barê mirina ku min çend roj berê bihîst sivik bikim. Kedera dilê xwe birîjinim vê nameyê wê barê li ser min sivik bibe. Name û nivîs çend dilop av in jibo agirê di hindurê min de.  Qelem û kaxez dostên min bûn demekê, wê demê min dixwest hevokeke wisa bibînim ku pê mirinê pêşwazî bikim. Gelek dem derbas bû di ser wê demê re, lê min qet nekarî wê hevokê bibînim.  Min vê dawîyê dît ku ti hevok an gotin nikare li hember mirinê bisekine. Mirov li hember mirin û evînê bi tenê ne, mirov herî zêde dema ku ew hez dikin û dimirin bi tenê ne. Guhdar J.

Mektûba Guhdar J. û Dilê Gula Berbero

Resim
Navê wî mêrikê dîn Ehmed bû; ew û dîya xwe ya pîr li xanîyekî kevn û wêran diman.  Ji gundekî ji wan gundan, ewên salên 1990î hatibûn şewitandin hatibûn gundê me. Dihat gotin ku Ehmed dil daye qîzkekê, qîzik dane yekî din û wî jî aqil avêtiye.  Çend gotinên Ehmed hebûn, ji wan yek tim tekrar dikir: wey dilo tu gulo berbero yî wey wey dilo tu gula berbero yi dilo dilo wey dilo tu gula berbero yî dilo dilo gulo berbero yî..  Jiber ku ez zarok bûm, min qet nedizanî mehneya wan gotinan çi ye.  Havînekê Ehmed jibo ji nav rezên gundê wan yê şewitî tirî bîne çû û kesî nema ew dît.  Gotin eskeran ew kuştiye, gotin guran ew xwariye, lê çi bû çi qewimî ya rast çi ye heta niha jî kes nizane.  Dema ez gulên berberoyan dibînim gotinên Ehmed têna bîra min.  Zanim, ewên ku eşq wan dişikîne nema sax dibin. Guhdar J.