Mektûba Guhdar J. û Dilê Gula Berbero

Navê wî mêrikê dîn Ehmed bû; ew û dîya xwe ya pîr li xanîyekî kevn û wêran diman. 

Ji gundekî ji wan gundan, ewên salên 1990î hatibûn şewitandin hatibûn gundê me.


Dihat gotin ku Ehmed dil daye qîzkekê, qîzik dane yekî din û wî jî aqil avêtiye. 

Çend gotinên Ehmed hebûn, ji wan yek tim tekrar dikir: wey dilo tu gulo berbero yî wey wey dilo tu gula berbero yi dilo dilo wey dilo tu gula berbero yî dilo dilo gulo berbero yî.. 


Jiber ku ez zarok bûm, min qet nedizanî mehneya wan gotinan çi ye. 

Havînekê Ehmed jibo ji nav rezên gundê wan yê şewitî tirî bîne çû û kesî nema ew dît. 

Gotin eskeran ew kuştiye, gotin guran ew xwariye, lê çi bû çi qewimî ya rast çi ye heta niha jî kes nizane. 


Dema ez gulên berberoyan dibînim gotinên Ehmed têna bîra min. 


Zanim, ewên ku eşq wan dişikîne nema sax dibin.


Guhdar J.


PIRR TÊNE XWENDIN

Stranên Zozanê, Feqîyê Teyran û Melayê Muzîkê

Axçîkên Serdar Canan û Şengên Şekir Axa

Entabî û Efrînî û Êzîdî