Mektûba Guhdar D. û Piçek Payîz

Serê sibe saet di 07:04 an da alarm lêdikeve. Ez û qîza xwe şîyar dibin. Rutîna min ji bo kar, a wê ji bo mektebê destpê dike.

Îro ji bo rojeka enerjîk ji Shahram Nazeri - Shirin Shirin vedikim ji telefona xwe.

Em diranên xwe firçe dikin, cilên xwe li xwe dikin û derbazî mutfaxê dibin. Çenteyê qîza xwe hazir dikim, ne defter û kitab, kîjan fêkî, kîjan biskuvît, kîjan avdank..

Di dilê xwe da dibêjim ‘‘Xwedêyo kînga wê teşqeleyên min biqedin?!’’

Em derdikevin hêdî hêdî ji malê, kilîda malê û a erebê kontrol dikim, qîza min dipirse ji min, ‘‘Ezê kîjan solê pê bikim?’’

Kilîdê car din kontrol dikim û solên wê dikim nigên wê û solên xwe pê dikim û qîza min dibêje: ‘‘Mamîîîî, min avdanka xwe bîrva kir.’’

Kesereka kûûûûrrr dikişînim, solên xwe derdixim, dikevim hundir û avdankê digirim.

Car din solên xwe pê dikim, derî kilîd dikim û em li erebê siwar dibin. Saeta Silav û Gulavê ye di Veng Radyo da.

Digihîjin ber mektebê em, qîza min dibêje ‘’Çentê min giran e Mamîîî, bi min ra were’’

Erebê park dikim, pê ra diçim sinifa wê, eşyayên wê bi cîh dikim û vedigerim li erebeyê siwar dibim, saet 08:20.

Ji xwe ra dibêjim ‘’Berîya ku bigihîjim îş çiqas dibetilim ya çiqas..’’ Silav û Gulav dewam dike, bi kilameka xweş a Mihemed Şêxo betilîna xwe bîr dikim.

Diajom, erebê li ber Onkolojîyê park dikim. Ji erebê peya dibim û li saetê dinêrim dîsa 08:30 û dûra li bircên Diyarekir dinêrim. Manzara min mest dike, hewaya Diyarbekir serê payîzê pir xweş e.

Dikim derbazî bînayê, derbazî odeya xwe bibim ku nasekî nexweşê min ban min dike ‘’Doktor Xanim’’ dibê, ‘’Bavê min rehmet kir, sax bî, Xwedê ji te razî be..’’

Kelogirî, naxwazim zêde li çavên kurê nexweşê xwe binêrim, bi dengekî sist ‘’Tu jî sax bî’’ dibêjim, ‘’Xwedê cîyê wî cinet ke..’’

Ji bircên Diyarbekir bayek tê ser rûyê min. Piçek kelogirî, piçek dilşikestî, piçek dayik, piçek doktor, piçek însan, derîyê xestê vedibe û dikevim hundir.

Guhdar D.


PIRR TÊNE XWENDIN

Li Diyarbekir Sirgûn

Mockingbirda Harper Lee û Çivîkên Ekrem Koçbaşı

''Xelkên Kobanîyê Çar Ziman Zanibûn''