Mektûba Guhdar D. û Kurmancîya Perîya Xidirelezê

Saet tê 5’an. Di serê min de hezar îş û teşxele dixwazim bigihijim mekteba qîza xwe. 

Derdikevim ji xestê, dûr dikevim ji nexweşên rojên Duşemê pir in, li erebeya xwe siwar dibim û bi lezûbez diajom mektebê. 

Di rê de Youtube xeberê dide ku îro Xidirelez e; gava wê mesajê dibînim ji tempoya îş û kar û doktorîyê derdikevim. 

Qîza xwe ji mektebê digirim û em diçin marketê. Li marketê dibêjim ‘‘Qîza min, tu zanî îro Xidirelez e?’’, dibê ‘‘Ew çi ye Mamî?’’, dibêjim ‘‘Em çi dixwazin emê ser kaxizekê wek resim çêbikin û emê li binê dara gulekê veşêrin’’

Bi çavên xwe yên meraqdar ‘‘Êêêê, paşê?’’ dibê qîza min. Hêdîka diçim ber guhê wê û dibêm ‘‘Paşê wê perîyek were, tu çi dixwazî wîya çêke..’’ 

Çavên wê yên meraqdar îcar jî bi kelecanê dibiriqin û dibê ‘‘Zûûû, zûûû em herin malê û em resim çêbikin.’’ 


Em tên malê, û li salonê li ser maseyê ew li koşekî ez li koşekî em resmên xwestekên xwe çêdikin. 

Qîza min ji nişkê ve serê xwe radike û bi endîşe dibêjie ‘‘Mamî, perî Kurmancî zane? Çimkî min ser kaxizê Kurmancî nivîsîye.’’ 

Dilê min dihele. Radibim wê maçî dikim û dibêjim ‘‘Elbet delala min, perî Kurmancî zane’’ 

Em resmên xwe diqedînin û diçin baxçeyê me. Bi hevdu re em binê dara gulekê dikolin, kaxizên xwe qat qat dikin û vedişêrin. 

Keça min dibê ‘‘Perîîîî, me resmên xwe li bin gulê veşaaart, zû were..’’ 

Ez jî dibêjim, bi dengekî ku keça min nebihîse, lê perî bibihîse dibêjim ‘‘Perîîî, Kurmancîyê li xewnên qîza min vegerîne..’’ 

Guhdar D.

PIRR TÊNE XWENDIN

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe

Bi Halên Tercûmekirinê Hewalên Şiîrekê

Mektûba Guhdar D. û Rêya Xewê