Mektûba Guhdar D. û Akvaryuma Bêmirin

Tehtîl e, rojeka germ a havînê ye. Ez li Bodrumê li ber behrê me, bîraya xwe ya sar vedixwim. Hez dikim gava dikevim avê piçek serxweş bim. Berçavka xwe ya tavê derdixim, a behrê didim ber çavên xwe û wekî her tim carekê da xwe davêjim avê. Piçek ji sahilê dûr dikevim ku qîza min a bi xwarzîyên min ra dilîze ban min dike: ‘Mamîîî! Me masîyek girt! Zû were binêre!''


Ez derim ber wan. Masîyekî mirî, rengê wî grî, bi qasî çar pênc santîmî. Qîza min û hevalên wê diçin satilekî tînin û masî diavêjin nava wî. Vedigerim ajneya xwe ez jî. Di avê da komên masîyan dibînim. Derbaz dibin di ber min ra, mezin, biçûk, pahn, ziravik, tenik; aramîyekê didin dilê min. Nizanim ji çi ye bi dengê Koma Amed, Suslî Xanim lêdikeve di serê min da. Kêfa min jî li cî ye, dixwazim heya mecal nemîne ajne bikim.


Mecal namîne, ji behrê derdikevim, têm ser xewlîya xwe rûdinim, li kitaba William Saroyan dinêrim. Çend hefteyên berê dîya min a Ermen û hevalên wê yên ji Erîvanê hatibûn behsa William Saroyan kiribûn. Berî ez derkevim tehtîlê min hema hemû kitabên wî sitandibûn, bi Tirkî. Saroyan dibêje ''Öyle veya böyle, ölüm yok, asla olamaz'', yanî her çi be jî mirin tuneye, qet tuneye

Disekinim, nikarim bala xwe bidim ser kitabê. Li dora xwe dinêrim. Masîyê mirî, di satilê zarokan da, bê hereket, bê can bê rih, wisa sekinî. Muzîka min, Suslî Xanim jî di serê min de jî disekine.

Pisîkek tê dora masîyê mirî, dixwaze bixwe wî. Zarok baz didin hinda wan. Ez dibêm ''Na medin pisîkê, heyf e.'' Xwişka min dibêje ''Xûçê bira bidinê, ma mirî sax nabe, qene wê pisîk zikê xwe têr bike.''

Masîyê mirî bi destê zarokan dikeve devê pisîkê. Ez naxwazim bibînim pisîk çawa wî dixwe. Radibim, berçavka xwe ya behrê didim ber çavên xwe û xwe dîsa carekê da davêjim avê.

Di ber nigên min ra masî derbaz dibin. Êdî dizanim ferqa masîyên mirî û sax çi ye. Bihîstina dengan, bîn, hereketa bedanan, ava ku li çerman dikeve. Hîsên min ku min pir caran serûbin kirine.

Muzîka Koma Amed careka din destpê dike di serê min da, lê tenê naqarat dewam dike: Şûşinga hêşin, şerbata şêrîn, te vexwar kanê para min, şûşinga hêşin, şerbata şêrîn, te vexwar kanê para min, şûşinga hêşin..

Guhdar D.

PIRR TÊNE XWENDIN

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe

Bi Halên Tercûmekirinê Hewalên Şiîrekê

Mektûba Guhdar D. û Rêya Xewê