Mektûba Guhdar D. û Rîtuelên Baba

Rojeka havînê ye, Înî ye. Ji îş derdikevim û têm ber derîyê mala bavê xwe. Ez û bavê xwe ji Diyarbekir emê herin havîngeha me ya li Golê. Hin kêmanî hene, diya min a li Golê ji me xwestiye. 

Nok, nîsk, çerez, qehwe, arvan, şekir, axirî full paket sebze, zêrzewad û zaxîre em bagajê tije dikin. Pir bi întîzam bi cîh dike bavê min û dibêje ‘‘Dila min, a giran bihêle ezê rakim.’’ Ez jî dibêjim ‘‘Baba, tu êdî ne xort î!’’ Wek her car bersîva min dide ‘‘Ê were em baz din, ka kî zora kê dibe?’’

Gava em eşyayan bi cîh dikin bêhna bavê min tê min. Xwêdan daye piçek, lê behna wî her daîm bi min xweş e.

Em li erebeyê siwar dibin, ew erebeyê dajo. Zanim ji Eyşe Şanê ‘’Wey Dinyayê’’ pir hez dike, berê wê stranê vedikim jê ra. 

Vedikim stranê, serê xwe çep dizivirînim, li ser dîreksîyonê destên wî yên mû-sipî dibînim. Bi mûyên sipî wê deqê fehm dikim ku ez çima ji roja Înîyê ewqas hez dikim: Bavê min her Înîyê ji Diyarbekirê dihat Golê û ez li benda wî disekinîyam.

Bi muzîkên Eyşe Şanê em diigihîjin mala xwe ya li Golê. Dîya min jî tê em tev eşyayan datînin, li malê bi cîh dikin. 


Dibe êvar, ez, dîya xwe û bavê xwe em tev li balkonê araqê vedixwin. Ez ji Beylerbeyiyê hez dikim, ew ji Tekirdağê hez dikin. Îşev dîsa bo xatirê wan Tekirdağ heye li ser maseyê. Beylerbeyi be, Tekirdağ be ferq nake, gava araq hebe, fotografên me yên berê jî hene. Dîya min diçe fotografên me yên berê tîne.

Em li fotografan dinêrin, çiqas pir in fotografên Newrozê! Her sal roja Newrozê em bi xeml û xêzên xwe tev diçûn studyo û me fotograf dikişandin. Fotografek strana ‘’Maçek bide min yar, cejna te pîroz e’’ tîne bîra min; bavê min bi dengê xwe yê zîz digot. Îcar jî wê stranê vedikim ji telefona xwe, em behsa wan rojan dikin, em dikenin û wexta xewê tê, em diçin odeyên xwe bo razanê. 

Roja Şemîyê bi xewê, bi karên malê derbaz dibe û dibe roja Bazarê. Bi teqûreqê şiyar dibim û xwe berdidim jêr. Mêze dikim ku bavê min melemenê çêdike. ‘’Rojbaş’’ dibêje û dikene bavê min. Bêhna melemenê atmosferekê çêdike li malê, loma naxwazim rojên Bazarê ji malê û ji vê atmosferê derkevim.

Ji xwe ra qehweyeka fîltre çêdikim û kelogirî derdikevim balkonê. Ava Golê, darên kal û kesk û çiyayên bilind li hember min in. Ez rîtuelên bavê xwe difikirim: Her Înîyê Gol, her Newrozê fotografên li studyo, her roja Bazarê melemen. Çavên xwe digrim û dibêjim ‘’Min çiqas bêrîya van rîtuelan kiriye, ji teşqeleya dinyayê, çawa bûye min ew bîr kirine?’’ 

Ji xwe ra hêrs dibim, dikevim hundir. Bavê min li mitfaxe; bi destên xwe yên mû-spî ji bo melemenê hêkan dişikîne.

Ez derim, wekî ku min ew zûda ye nedîtibe, wekî ku ezê car din wî nebînim, derim, wî hembêz dikim. Bêhna wî dikşînim nav xwe û dibêjim ‘‘Destên te sax bin, Baba.’’’

Guhdar D.

PIRR TÊNE XWENDIN

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe

Bi Halên Tercûmekirinê Hewalên Şiîrekê

Mektûba Guhdar D. û Rêya Xewê