Bi Nuri Dersimi û Îmad Kakilo Sed Salan Alman
Doktor Nuri Dersimi di xatirayên xwe da bi fikrên miletperwer û bi qelemeka huzinliser behsa Cenga Cîhanê ya 1ê dike.
Di xatirayên xwe da Doktor Nuri Dersimi dibêje bi emir û fermanên şaş yên Enver Paşa û Talat Paşa sala 1915an li hêla Erziromê bi sed hezaran Kurd bi ba û bagerên berfê canên xwe ji dest dan.Tîfo ketibû ordîyê, dibêje Doktor Nuri Dersimi, eskerên ku ji herbê direvîyan nexweşî bi xwe ra dibirin gundên xwe jî û her ro du ro li rê û dirban bi sedan Kurd dimirin.
Di wan salan da Kurdên di bin hikmê Osmanliyan da bi Tirkan ra tevî tifaqa Almanan li hember Rûsan şer dikin li hêla Erziromê, lê bi trajedîyeka mezin, bi derb li ser derban dişikên.
Doktor Nuri Dersimi dibêje keçikên macir û jinên bî mane bi şîn û girî li eleyhê Almanan kilam digotin û ji wan kilaman yekê di xatirayên xwe yên bi Tirkî da bi Kurmancî rêz dike:
te çima me ra qanûnek dananîar di mala te keve Alamanîte paşiya mêran me ra anîmala te bişewite Alamanîte kokê mêran me ra anî
Sed salan li dû vê kilamê Îmad Kakilo ser Kurdên berê xwe didin Almanya û xwe zû bîr dikin, bi meqama govendê straneka bi top û tîr, bi gotinên giran çêkiriye.
Di stranê da Îmad Kakilo, ser Kurdoyê bûye Almanî dibêje, birakê te hat kuştin, bavê te hat girtin, dayka te ma bi tenê, birçî maye li çolayê, her manî manî, Kurdo bûye Almanî.
Dîsa di stranê da Îmad Kakilo bi miletperwerîyê dibêje xelkê li ser pişta me al û hêvîyên xwe hildan, ey eman û sed eman çi derdekî bê derman.
Strana Îmad Kakilo talîya 2010an ra pir populer bû û li def û dawetan hat gotin, lê ku kê li Tirkîyê stran got jiber gotinên di stranê da ew tim kêm, tim nîvçe got. Tam û temam bêje çi fayde gerçî, li dera han serê sedsala 20an, li vir serê sedsala 21ê, tarîxê kir, bir, anî, çi bi kilamên şînê çi stranên govendê, Kurdo dîsa ma li nezanî.
Omer Faruk Baran
Hatıratım - Dersim ve Kürt Milli Mücadelesine Dair - Vet. Dr. M. Nuri Dersimi, Öz - Ge Yayınları, 1992
Kurdo Bûye Almanî - Îmad Kakilo, YouTube, 2013