Xwendin û Analog-Dîjîtala Havîna Sala 2025an
***
Simko Gerokê li welatên Latîn Amerîkayê digere Agustosa 2025an ji Perxudres Podcastê ra ser kuştina jinên Meksîko mektûbek şand.
Dema min bi fotografên reş û sipî yên jinên Tirkîyê - hinek ji wan jinên serqot û sekuler ên sedsala 20an ra dibêjin “cumhuriyet kadını” (jinên cumhurîyetê) - kolajeka analog çêdikir ji mektûba Simko Gerok gotina Sahaf Palo hat bîra min.
Gava min ji mezin û maqûlan dipirsî, min digo “Seba çi dibêjin ‘êgsig?” Wan digo “Jin mehsûm in, gune ne, lazim e kes tehdê li wan neke, êgsig in”
Bi gotineka din yanî, bi gotina Sahaf Palo “Li dinê mazlumên tewr mazlum jin in.’’
***
Sala 2022yan, Perxudres Podcastê hîn berî saleka xwe qut ke bi xelekeka xwe ya parîyekî mîzahî xelateka rojnamevanîyê sitand.
Xelat li ser xatiraya Musa Anter û rojnamevanên mîna wî hatibûn kuştin dihat dayîn.
Kêfxweş bûm, çinku Perxudres Podcastê di demeka kin da deng vedabû, huznî bûm, çinku min dîsa xelatek û plaketeka ser kuştîyan dihat dayîn distand.
Berê min bi şiîrekê xelateka li ser navê Hüseyin Çelebi sitandibû ku gênc bû, hatibû kuştin, berê min bi çîrokekê xelateka li ser navê Abdullah Duran sitandibû ku zarok bû, hatibû kuştin.
Her tim bi kuştinê, Musa Anterê kal, Hüseyin Çelebiyê gênc û Abdullah Duranê zarok.
Loma di merasîma xelatan da fedî dikir min parîyekî, ji ken û kêfxweşîya xwe fedî dikir yanî.
Edîtorê Weşanxaneya Dozê Qesîm Etmanekî, ku wê çaxê li Stenbolê xwendekarê medyayê bû li unîversîteyê, tam di wextê da pêle deklanşorê kiriye û kişandiye fotografeka min.
Hez dikim j vê fotografa di arşîva Perxudres Podcastê da, hinekî şa, hinekî huznî..
***
Hinek futurîst, hinek teorîsyenên ser podcastan dixebitin, dibêjin çavên însanên sedsala 21ê ji dîtinê, ji sêrkirinê westîyan û loma lêguhdarîkirin ro bi ro zêde dibe, û ewê siba du siba podcast hîn jî zêde bibin.
***
Çenteyê xwe hazir dikim, dikim ji Riha ber bi Diyarbekir û Dêrsimê va bi rê kevim.
Biçûk be mezin be ferq nake, çi gava çenteyên rê hazir dikim, ez bi cil û kincên lixwekirinê ra ne, lê bi kitabên xwendinê ra diwestim.
Kîjan kitabê bi xwe re bibim? Kîjan giran e, lê giranîyê çênake? Kîjan sivik e, lê giranîyê çêdike?
Carna belkî bi saetan ser difikirim bes dîsa jî qirareka dilê min pê qayîl nikanim bidim.
Îcar di çenteyê min da komşiîrên J. Îhsan Espar hene, bi Zazakîyeka zelal şiîrên ji zerrîya şairekî. Zaza seba dil û hindurê însên dibêjin “zerrî”. Di şiîreka xwe da J. Îhsan Espar dibêje “rengê şewê / zerrîya mi de / destê mi de / komirê çimanê to
Qey dikim herim Dêrsimê loma kitabeka din a bi Zazakî bi xwe ra dibim. Bi qelema Evdî Hesqera “Çend Kerdenê Dostê Kosmosî” Roşan Lezgîn ser Evdî Hesqera dibêje Kurmancê pêşî ye ku bi Zazakî kitabeka çîrokan derxistiye.
Min çend çîrokên Evdî Hesqera xwendibûn berê, mêrik mîzahşor e. Herhal Kurmancîyê têra mîzaha wî nekiriye, wî jî rabûye bi Zazakî daye dû kenandinê. Bikenim hinekî, bixwînim û bikenim.
Kitaba sisêyan ji sala 1919an ji Rûsyaya Bolşevîk mektûbên Pyotr Demyanoviç Uspenski ye. Ti fikreka min tune ser kitabê, tiştekî nizanim ser. Tenê bo mektûban dikim bixwînim. Hele ka mektûbên guhdarên Perxudres Podcastê hîn rind in yan yên Uspenski.
Ma kitabek, ew jî Ferhenga Kurmancî ya Mela Seîdê Nîvilî ye. Hez dikim ji xwendina ferhengan. Hele ku ferhenga hêlekê herêmekê be, lezetek tam jê distînim.
Mela Seîdê Nîvilî ferhenga xwe ya Kurmancî salên 1980î hazir kiriye û gotiyê gotinên vê ferhengê yên Botanê ne.
Li peyvên ferhengê dinêrim, “be’c” nivîsîye Mela Seîdê Nivîlî û gotiye “nexweşiyek e, ji mereqan çêdibe, digehe kezeba reş, hey lê be’c gihayî kezevê, yan, hey lê beecî.
Bixwînim jî nexwînim jî dikim bi xwe ra bibim van kitaban. Hebûna van kitaban di rê da, hevalîya wan dikin rihet bikin dilê min çinku, mesele ne tenê xwendin û nexwendin e ku.
Omer Faruk Baran