Eşq û Evîn û Eşq û Evîn

 

Va xeleka bi destekên Can Tercüme hatiye hazirkirin. Can Tercüme ya merkeza wê li Riha ye, bi kadroyeka oste, bi tecrûbeyên salan, bi erêkirina noter, sondxwarî tercûmeyan dike. Jibo ewraqên resmî û jibo karên din yên tercûmeyê Can Tercüme bi hemî zimanên cîhanê di xizmeta we da ye. Whatsapp:+90 544 762 95 77

Etîmolog Sevan Nişanyan di ferhenga xwe ya navan da ser Evinê dibêje heta salên 1980î navê Tirkên bajarî bû, lê êdî xususî navê Kurdan e. 


Nişanyan ser mehneya vî navî dibêje bi Tirkî “hebê gênim” e, bi Kurdî jî “eşq û sewda” ye. 


Türk Dil Kurumu (TDK), Sazîya Zimanê Tirkî jî di ferhenga xwe ya mezin da ser evinê behsa hebê gênim dike.


Îstatîstîk raber dikin ku navê Evinê piştî salên 1990î populer bûye û îro ro ji Wan, Diyarbekir, Mêrdîn û Şirnexê bi vî navî bi hezaran kes hene. 


Nola gelek kelîmeyên bi Kurmancî yên bi herfa vEvîn jî salên pêşî yên înternetê li ser foruman, li sohbetên sosyal medyayê bi salan şaş, bi wyê hat nivîsîn, wek Ewîn


Ewîn wisa şaş ewqas pir bela bû ku kêm be jî hinek Kurdan rabûn wek hereketeka protestoyê navên zarokên xwe di resmîyeta sîstema Tirkîyê da Evvin danîn serê salên 2000î. 


Sistemê nedihişt w were nivîsîn, lê wan Kurdan jî du v danîbûn ber hevdu, vv, pê tiştekî nola wyê çêkiribûn. 


Di zarokîya min a Kurmancî da evîn tunebû, eşq hebû û ew eşqa jî gerek nehata eşkerekirin, eyb bû. 


Li ser wê eyb û ezîyetê ye herhal: Mela Seîdê Nivîlî di ferhenga xwe da li kêleka evînîyê gotiye, “bavê min Seydayê Mela Yehya digot ‘evînî û nevînî, Xudê bike em bimirîn lê em nebînîn.”


Omer Faruk Baran


Nişanyan Adlar Sözlüğü - Türkiye Kişi Adları Sözlüğü - 2025 

Türk Dil Kurumu Sözlükleri - 2025 

Ferhenga Kurmancî - Mela Seîdê Nivîlî, Weşanxaneya Sîtav - 2020


PIRR TÊNE XWENDIN

Qasim 2025: 230 Dolar

Mektûba Yusuf Mîr û Cewabeka Gundî û Bajarî

Li Diyarbekir Sirgûn