Mockingbirda Harper Lee û Çivîkên Ekrem Koçbaşı
Va xeleka bi destekên Can Tercüme hatiye hazirkirin. Can Tercüme ya merkeza wê li Riha ye, bi kadroyeka oste, bi tecrûbeyên salan, bi erêkirina noter, sondxwarî tercûmeyan dike. Jibo ewraqên resmî û jibo karên din yên tercûmeyê Can Tercüme bi hemî zimanên cîhanê di xizmeta we da ye. Whatsapp:+90 544 762 95 77
To Kill A Mockingbird ya Harper Lee, ku romaneka li her hêla dinê meşhûr e, bihara 2025an bi tercûmeya Ekrem Koçbaşı bi Kurmancî derket.
Him jiber ku Ekrem Koçbaşı ji hiqûqê hevalê min î universîteyê bû û him jî jiber ku min To Kill A Mockingbird ne bi orîjînala wê ya bi Îngilizî ne jî bi Tirkî ya wê ya nav Bülbülü Öldürmek, nexwendibû, min bi meraqeka mezin Kurmancîya wê ya nav Kuştina Çivîkan xwend.
Hinek teorîsyenên tercûmeyan dibêjin lazim e metin xwe bide hîs kirin ku ew ji zimanekî din hatiye, hinek jî dibêjin qetîyen na, gerek bi teknîkên wek transpozîsyon û tew belkî bi adaptasyonê xwendevan bi metnê nehise ku ew tercûme ye.
Di transpozîsyon û adaptasyonê da çawa dibe? Em bibêjin tercûman gava metnê ji zimanê Îngilizî radike dibe zimanê Kurmancî cil û kincên Kurmancan li metnê dike da ew xerîb nesekine.
Ekrem Koçbaşı di Kuştina Çivîkan da bi awayekî eşkere wer kiriye, lê ew dibêje wî ji dest însanên bê ku tercûmeya wî bixwînin radibin dibêjin ‘‘Çiman ne Kuştina Bilbilan, lê Kuştina Çivîkan îlellah kiriye..’’
Mockingbird, bi Tirkî, alaycı kuş, bi Kurmancî belkî em kanin bêjinê teyrê tinazker, li wan hêlên Mississippi ya Amerîka heye û sembola wir e, bes li hêla me eynî çûk, eynî çûçik, eynî çivîk tune.
Li ser nebûna wê di Tirkî da li şûna mockingbirdê, bülbül hatiye tercîhkirin, û Ekrem Koçbaşı jî tercîha xwe daye ser çivîkê.
De ez jî bi sewteka samîmî yeka xwe li Ekrem Koçbaşi bixim.. Çima ne Kuştina Çûçikan, lê Kuştina Çivîkan?
Çûçik, ew çûçika wê stranê, ewa ku çûye di bin darê ra, silavek şandiye ji yarê ra, kî ser min û wê yarê fesadîyê bike, Xwedê nehêle ji biharê ra.
Omer Faruk Baran
Kuştin Çivîkan - Harper Lee, Ji Îngilizî: Ekrem Koçbaşı, Weşanxaneya Pall - 2025