Mektûba Hamza Tokmak û Fîlm û Fragmana Mirinê
Wekî gelek mirovan ez jî mirinê meraq dikim. Gelo mirin tiştekî çawa ye? Aya weke transfereke bilez e, an ji-xwe-ve-çûn e, an tarîtiyeke ji nişke ve ye yan tiştekî din e?
Di nav van fikir û ramanan de heta niha min du tişt dîtin ku dişibiyan mirinê : xew û xeriqîn. Lê ji ber ku xew piçekî be jî bi hemda mirov bû min ew seridand û ez û xeriqînê man bi tenê. Çimkî mirin û xeriqîn her du jî bê hemdê mirov bûn û diviya bişibin hevdu. Lê belê ez heta niha qet nexeriqîbûm.
Sala 2025an e û meha Remezanê ye. Li kuçe û kolanên Sûra Amedê bi armanca nasîna mirovên nû piyase dikim. Ev bûye xûy û tivîet bo min. Her dawiya hefteyê li pişta min çenteyê min, weke hergav di çenteyê min de komputera min, pirtûkek -pirî caran pirtûkeka helbestan- û berçavka min a Prada ya orjînal qaçax ez digerim.
Li hewşa Mizgefta Mezin im. Pirrî caran li ber saeta Cezerî an jî li ber stûnê livdar ê Medreseya Mesûdiyeyê li benda biyaniyekî me ku nas bikim. Tavilê extiyarekî nêzîkî heftê salî pêrgî min tê. Wê deme ez nizanim ku mirovê ez li bende me ew e. Lê hestek min teh dide ba wî û ji bo ku mesele vebibe stûnekî livdar nîşan didim û dibêjim: Do you know what it is? yanî, tu dizanî ev çi ye? û çîroka min û Peter Langer dest pê dike.
Gerrokekî kal, bi eslê xwe almanî, hevwelatiyê Bolîvyayê û niştecihê Kanadayê ye Peter Langer. Pênc-şeş car ji qelbê xwe emeliyat bûye û bi awayê ku dibêje carekî miriye lê dîsa êdî çawa be ziviriye jiyanê.
Li gorî min Xwedê ew ji min re şandiye lê muhtemelen li gorî wî jî sedemên nediyar. Çimkî ez mirinê meraq dikim û ji nişka ve mirovekî ji aliyekî din yê dinyayê rastî min dihê û beriya ku ez bipirsim, kula dilê min ango bersiva pirsa min ji min re vedibêje. Dibêje ‘’Wextê ez mirim ango bêhiş mam min di wê tenêtiyê de ne Îsa Mesîh dît ne dayika wî Meryem û ne jî kesekî din, ne spî hebû ne jî reş, jber vê yekê min bawerî nîne.’’
Mirovekî gelek henekçî ye Peter Langer. Lewma, digel ku nêzîkî çil salan ji min mezintir e jî ez û wî hema bibêje temamê Sûrê digerin lê ez qet ji suhbeta wî acis nabim. Ji dark humorê yanî ji komediya bi tinaz û hinek jî ofansîf pirr hez dike û car caran henekên xwe bi rojî girtina min dike lê qet dilê min jê namîne. Çimkî wê rahetiyê bi min re dibîne û rêzê jî li ber min digire. Helbet ez jî heyfa xwe bi henekên tarî jê distînim.
Bi vê rewşê ez wî dibim komeleyeka nivîskaran û hew dibînim ku ez dibim wergêrê wî û çend nivîskarên Amedî. Herkes çaya xwe vedixwe û dikene. Tam di wê kêliyê de bersiva ku mêvanê min bi xwe re aniye bi rastî û hestî derdikeve pêşiya min: Helbet ez namirim lê rojî, germa Amedê û rehtî bi hevre êrişî laşê min dikin. Û serê min giran dibe, dilê min li hev dikeve û fîlm qut dibe. Çavên herdû aliyên ku ez wergera wan dikim li ser min, ez di jiyana xwe de cara yekem dixeriqim.
Ez fîlmekî nû temaşe dikim an ev tenê fragman e, ne ez dizanim ne hûn ê bizanin. Qenebe heta promiyera xwe.
Hamza Tokmak
Seba mektûban adres: omerfarukbaran@hotmail.com