Kok û Koçên Çend Kelîmeyên Hanê

Va xeleka bi destekên Can Tercüme hatiye hazirkirin. Can Tercüme ya merkeza wê li Riha ye, bi kadroyeka oste, bi tecrûbeyên salan, bi erêkirina noter, sondxwarî tercûmeyan dike. Jibo ewraqên resmî û jibo karên din yên tercûmeyê Can Tercüme bi hemî zimanên cîhanê di xizmeta we da ye.


Firnecîyên Riha di vê sedsala 21ê da bi sê zimanan nanên xwe difiroşin. Lê rast têm, dibînim, dibihîsim, di danûstandinê da ku mişterî bi Tirkî be ekmek, bi Erebî be xubiz, bi Kurdî be nan li ser zimanê firnecîyan çerx dibe.

Ekmek, xubiz, û nan. Sê peyvên dûr û nêzîk ti eleqeya wan bi hevdu ra tune, tên li ber firneyan li hev dikevin û ser kok û koçên kelîmeyan min dibin ber meseleyên sal û zemanan.

Sala 2014an, wexta Herba Kobanîyê, wexta wê herba giran, di şevekê da bi deh hezaran însan ji hêla Kobanîyê derbazî Sirûcê bûn.

Her du hêl Berazîyên Kurmanc bûn, lê hidûdên serê sedsala 20an li hêla Sûrîyê, Erebî xistibû zimanê Kobanîyê û li hêla Tirkîyê jî Tirkî xistibû zimanê Sirûcê.

Loma zimanên her du hêlan her çiqas bi sentaks, rîtim û refleksên xwe nola hevdu bûn jî di kelîmeyan da car caran ji hevdu pir dûr diketin.

Mesela yekî ji Kobanîyê li Sirûcê dixwest here misteşfê, lê ew peyva hîn nû, cara siftih li guhên Sirûcîyan diket, û wan ancax piştî tarîfê fehm dikir ku qest ji misteşfê, xestexane ye.

Xestexane di eslê xwe da sewt-Farisî bû, lê dîsa jî dûrî misteşf û însanên Kobanîyê bû. Çi bû dûra, ji Kurmancî nexweşxane hat gihîşt hawara însanên her du hêlan bo ew hevdu fehm bikin. 

Sal 2025, niha li Sirûcê, misteşf, xestexane û nexweşxane li ser zimanan çerx dibin û nexweşxane li ber xwe dide ku li her du kelîmeyên din bade, wan derbaz bike.

Li ser zimanê Berazîyên Kobanî û Sirûcê los heye, yek ku li yekî losan dike, mehneya wê yanî yek li yekî hîleyan dike, dixwaze wî bixapîne.

Nivîskar Jan Dost, ku li Kobanîyê mezin bûye, serê salên 2000î ser losê nivîseka enteresan nivîsîbû.

Jan Dost gotibû los a ku li xerbî û şerqî wekî din li ser zimanê ti eşîrê Kurmanc tune, ji Farisî hatiye ketiye zimanê Berazîyan.

Bi xebatên ser kitabên tarîxê û ferhengan Jan Dost qinyat anîbû ser ku di wexta Tîmurleng da 3000 Berazîyên cesûr û jêhatî ji welatê Osmanîyan birine wan waran ku îro di bin kontrola Îranê da ne.

Jan Dost gotibû paşê ew Berazîyên li hêla Îranê heta Merîwanê hatine bi cîh kirin tarûmar bûne, her hinek bi derekê da çûne û hinek ji wan dîsa vegerîyane erdên bav û kalên xwe û wan bi xwe ra ji Farisî peyva losê jî anîne.

Piştî bi sedan salan los êdî ne li xerîb e li Kobanî û Sirûcê, ewqas nas e ku ji hîlebaz û sextekaran ra dibêjin, losçî, filankes î losçî ye.

Omer Faruk Baran

PIRR TÊNE XWENDIN

Bi Halên Tercûmekirinê Hewalên Şiîrekê

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe

Mektûba Guhdar D. û Rêya Xewê