Zimanê TRT Kurdî, Stêrk û Rûdawê - Planeka Makro

Çendek e li Riha me û bi dîya xwe ya bê telefon lê bi televîzyon ra xeber, dengûbehs û nûçeyên TRT Kurdî, Stêrk û Rûdawê sêr dikim.

TRT Kurdî, Stêrk û Rûdaw.. Sê kanalên sekn û sîyaseten dûrî hevûdin û heta bêje heta radeyekê ji hevûdin nefret dikin.

Ew nefret, nefreteka wer zêde ye ku sal 2025, li hinek malan vekirina kanaleka din ji van kanalan îşaretaka îxanetê tê hesibandin.

Mal hene mesela, TRT Kurdîyê sêr dikin û Stêrk di lîsteya kanalên wan da tuneye, yan mal hene şor wer tê Stêrkê sêr dikin, lê Rûdaw qetîyen nakeve lîsteya wan.

A min, ji hedîse û hewadîsan, ji perspektîf û propagandayan pirtir meraqa min li ser zimên e; loma kanim TRT Kurdî, loma kanim Stêrk û loma kanim Rûdawê bê kompleks bê erêna sêr bikim û ekranên wan ji dîya xwe ya bi tek ziman ra, tenê Kurmancî zane, dîrekt tercûme bikim.

Dibînim ku a Rûdawê rengên Soranîyê li Kurmancîya wê ketine, a Stêrkê sewtên sekuler û îdeolojîk hene di Kurmancîya wê da û TRT Kurdî ji bo kes nebêje ‘’Va çito Kurmancî ye!’’ car caran zorê dide xwe ku wan kelîmeyên hanê neşixulîne, ewên ku xelk dibêje qey bi Tirkî ne.

Ji van her sê kanalan, dibînim gava TRT Kurdî vekirî be ez kêm caran tercûmanîyê dikim. Bo dîya min zimanê vê kanalê li gor ewên din parîyekî zelal e, pir ne bi zehmet e û gotinên wê zû têne fehmkirin.

Ziman li duwel û dewletên dinê meseleyeka man û nemanê ye û bi modernîzm û heyatên li bajar û metropolan ra minaqeşeyên ser zimanan gur bûne.

Akademîsyen Zülküf Ergün di Plandanîna Zimanê Kurdî da bi mînakên ji Korî Zanyarî Kurd û Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ser van minaqeşeyan nivîsîye û ji zimanên xelk û alemê nimûne dane. 

Ergün di serê kitaba xwe da neqil dike ku sala 1790î, hema li dû Şoreşa Fransa tenê ji sedî 10ê gelê Fransayê zimanê standard ê Fransî zanibûye, dema Îtalya sala 1860î bûye dewleteka yekgirtî, Îtalîya resmî di nêv milet de li dora 2,5 bûye ji sedî.

Di talîya kitabê da Ergün dibêje sed sal in Kurmancî û Soranî û di van salên dawî da jî Zazakî bi halên ji hev cihê di nêv xwe da têne standartkirin, lê dibêje di ber van karên mîkro ra jibo zimên planeka makro lazim e.

Nebûna planeka makro serêşîyê çêdike çinku, her tişt tevehev dibe û mehne bêmehne pûç dibe. Li ser xwe bêjim mesela: Jibo karên medyayê, ez him jibo Sputnika Rûsya şixulîm him jî jibo Dengê Amerîka. Kurmancîyên her du medyayan ji hevdu dûr bûn ne bes e, her du jî ji zimanê milet jî pir û pir dûr bûn. Medya jibo kê nûçeyan hazir dike? Daxuyanî, beyanat, preskonferans seba kê ne, kêrî çi tên?

Salên 2010î li Unîversîteya Stenbolê dema min hiqûq dixwand, di nêv hevalên welatperwer da bi eleqeya xwe ya ser zimanê Kurdî dihatim naskirin. Carna nivîsîna sloganan bûya bi Kurmancî yan beyanetek bûya bi vî zimanî hevalên rêberîya sîyasî dikirin wazîfe didan min û min jî bi qasî zanebûna xwe ari wan dikir.

Rokê dîsa telebeyên Kurd û çepgirên Tirk bi hev ra rabûne, protestoyek e li unîversîteyê, anîn metneka bi Tirkî dane destê min ku hema wergerînim û xwe hazir bikim ku wê di megafonê da bixwînim.

Min li metnê nihêrî, ji feodalîzmê heta kapîtalîzmê ji nazîzmê heta nizamçikîzmê behsa hinek tiştan dikir û talîya talî jî ti mehne nedida. Bi ser da tercûmanîya min a req û rût û dûrî lezeteka edebî jî dikira metn du qatên din ji mehneyê dûr bixista.


Rind tê bîra min, min anî di protestoyê da ji şiîrên Arjen Arî û Rênas Jiya misra dan ser hev. beyaneteka ne tercûme çêkir û di megafonê da xwend.

Kesî ferq nekir û tiştek jî negot, xêncî hevalê min ê unîversîteyê Ekrem Koçbaşı ku wî pir paşê rabû Kuştina Çivîkan a Harper Lee ji Îngilîzî wergeranda Kurmancî. Bi Kurmancîya xwe ya sewt-Serhedî ‘’Heval Baran, kuro te tiştekî dî xwend, kuro qey min nedî..’’ gotibû wî.

Şormesele, li Tirkîyê bi salan e daxuyanîyên sîyaseta Kurdan tim bi Tirkî têne hazirkirin û ew paşê bo Kurdî bi destê tercûmanên dûrî zimanê milet têne tercûmekirin û metnên tu ser dibêjî ‘’Hela ka em Tirkîyan bibihîsîn û fehm bikin çi dibêjin’’ çêdibin. Kurdên Tirkînezan jî li benda xwendina metna bi Tirkî dimînin ku meselê fehm bikin. Tajedîyeka zimanî dixwazî? A ji te ra trajedî.

Ergün di kitaba xwe da dibêje bi lihevkirina hemî hêlan û bi rêberîya zanayên zar û zimanan lazim e Akademîya Kurdî çêbe û qiraran bide û medya, weşanxane jî li gor van qiraran hereket bikin ku ziman bi nivîsîn, standardîzasyon û modernbûnê ra xwe pêşva bibe.

Ku Akademîya Kurdî çêbe bi min gerek şor û şîretên wê tim ser zimanê medyaya be ku ez dibêjim qey zirar zîyana ku medyaya Kurdî daye vî zimanî asîmîlasyona dewleta Tirkîyê nedaye.

Bes nola ku Ergün jî dibêje li dinê hemî ziman çê xerab di merheleyên wanî ra derbaz dibin û bi vî şeklî bi meseleyên ecêb û entîke ra rûbirû dimînin.

Ser vê fikrê bêjim, nivîskar Musa Anter di xatirayên xwe da behsa sohbeteka xwe ya bi Yakup Kadri Karaosmanoğlu ra dike.

Yakup Kadri yê mora xwe li edebîyata Tirkî xistiye di dewrên pêşî yên cumhurîyeta Tirkîyê da katib û berdestê Mustafa Kemal bûye.

Musa Anter di xatirayan xwe da dibêje wexta ew li Diyarbekir, li Turistik Palas Otelê midûr bûye Yakup Kadri jî hatiye mêvandarîyê û carekê meseleka xwe ya ser zimanê Tirkî ji wî ra gotiye.

Li gor neqilkirina Musa Anter, Yakup Kadri gotiye salên 1930î, ew û Falih Rıfkı Atay û Hamdullah Suphi Tanrıöver bi emir û fermana Mustafa Kemal ser sadekirin û sivikkirina zimanê Tirkî dixebitîne.

Gotiye, Yakup Kadri gotiye, rokê ew dîsa ser zimên dişixuline Mustafa Kemal xeber şandiye ku êdî ‘’b’’yên di talîya kelîmeyan da bikin ‘’p’’ û ‘’d’’yan jî bikin ‘’t’’

Yakup Kadri gotiye ‘’Ma kesî wer bike heye?’’ qebûl nekiriye û çûye cem Mustafa Kemal.

’’Paşam’’ gotiye, ‘’navê min mesela di Tewrat û Încîl û Quranê da Yakub e, bi byê ye, herkes wer dibêje, navekî beynelmîlel e, em çawa rabin Yakub bikin Yakup?’’ Li ser vê şora Yakup Kadri, Mustafa Kemal gotiye ‘’A be Yakup, kê go bira navê te navekî beynelmîlel be..’’



Dinêre çare û xelasî tune ji zimanê Mustafa Kemal, radibe Yakup Kadri, ew jî navê xwe ji Yakub dike Yakup. Tirkên zar û zimanê wan li ser hêla Trakya û Selanîkê ne, di herfan da byan dikin pdyan dikin t.

Em ji Tirkîya Trakya û Selanîkê vegerin ser hêla xwe û zimanê xwe. Bi min ji Efrînê heta Erîvanê xeteka Kurmancî heye û ew xeta bi eynî sewt û stîlê ji Erîvanê dadikeve hêla Îran û Tehranê. Li ser vê xetê, Kurmancî bi tewanga xwe û bi derbên devûlêvan têra xwe bi şewq û zewq e, zelal e û ti problemeka mezin jî tuneye.

Problem li hêla Baban û Botîyan bi ferzkirinên wan yên zimanî destpê dikin ku vê jî ne ez bi Sirûcîbûna xwe dibêjim, kesên ji wan hêlan dibêjin:

Ergün di kitaba xwe da neqil dike; Pîremêrd, ew zanayê zemanekî bi navê Süleymaniyelî Tewfîq jî dihat naskirin, di nivîsekê da dibêje, tevî ku ew 15 çêşîd Kurdîyên li hêla Îraqê zane jî gava ew bi Kurdên Hekarî û Botî dide û distîne problem hevdufehmnekirinê çêdibin.


Jibo malumatên zêdetir:

Plandanîna Zimanê Kurdî: Di Mînakên Korî Zanyarî Kurd û Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Da - Zülküf Ergün, Weşanxaneya Nûbiharê, 2025

Kuştina Çivîkan - Harper Lee, Ji Îngilizî: Ekrem Koçbaşi, Weşanxaneya Pall, 2025

Hatıralarım - Musa Anter, Avesta Yayınları, 2000

Zoraki Diplomat - Yakup Kadri Karaosmanoğlu, İletişim Yayınları, 2025

PIRR TÊNE XWENDIN

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe

Bi Halên Tercûmekirinê Hewalên Şiîrekê

Mektûba Guhdar D. û Rêya Xewê