Berberê Pîranî, Herba Tifing û Tembûran, Îsot û Bîraxane
Berber min î jiber Tirkîya wî ya Diyarbekirî min hîn piştrast nekiriye ka Kurmanc e yan Zaza ye, piştî ez bi telefonê xeber didim, jiber Tirkîya min ya Stenbolî îhtimaleka mezin, di ber meqesa xwe ya oste ra bi meraq dipirse ji min, ka ez ji ku me.
Li vî bajarî, li Diyarbekir bi tecrûbeyên tesîrên tam li min kirine ez rind zanim, ku ez dibêjim ez ji Riha me, Urfali me, ew kesên mal û memleketê min dipirsin, bi rûyeki tirş, tehl dibin hinekî. Feqet ku ez ji wan kesan ra dibêjim ez ji Sirûcê me, sohbeteka diqulibe ser nasî û dostanîyê çêdibe.Nîyeta min ya sohbetê pir tune, bes piştî ez dibêjim ez ji Sirûcê me û Kurmancbûna xwe eşkere dikim bêyî ku bêjim, ez jî ûsilen dipirsim, dibêjim ‘’Lê tu heyran?’’
Berber dibêje ‘’Ez Dîclelî me, ji Pîranê me’’ û meqesa xwe disekinîne, ji eynikê li min dinêre û bi kinî, serpilkî behsa Zazabûna xwe û Pîranê dike.
Seba ez raber bikim ez jî çend gotinan bi Zazakî zanim, Sirûcîbûna xwe bi zimanê wî bi du şeklan dibêjim, ‘’Ez Sirûc ra ya, ez Sirûcij a.’’, ‘‘Ez ji Sirûcê me’’ yanî, ‘‘Sirûcî me.’’
Bi vê şora min ra dibişire berberê wer tê xanê ku ji Zazabûna xwe zehf zêde hez dike. Şor bêmehne çerx dibe çal dibe, tê ser eslê wan û berber dibêje pêşîyên wan ji hêla Meke û Medîne hatine, ew Ereb in.
Gorey gotina bêrber, kalikê wî yê heq jî sala 1925an bi Şêx Seîd ra li hember cumhurîyeta teze ya Tirkîyê seba Îslamê rabûye, lê bi ketin û şikestina şêx ra kalikê wî jî hatiye îdamkirin; bavê bêrber wê çaxê hîn 3 salî bûye.
Jiber ku piştî xwendina kitabên Benedict Anderson min terka mesele û minaqeşeyên kokên etnîk kiriye û jiber ku ez jî di ser cemaetên xeyalî ra kin û kurt û Kurmancî dibêjim, kî xwe çi hîs bike ew e, bi berberê xwe ra zêde dirêj û pahn nakim ser vê meselê, dengê xwe dibirim û ji eynikê li xwe dinêrim.
Maskeyek heye li ser rûyê min. Kî me ez, çi kes im di binê vê maskeyê da? Qey nabe ez jî êdî xwe Zaza bihesibînim û bêjim, ‘‘Ez niha Kurmanc im, lê di eslê xwe de ez Zaza me û Zaza ne Kurd in!’’ Ma ne mesele maske ye? Tenê maske..
11ê Temûza 2025an min jî nola bi milyonan Kurd û Tirk bi heyecan, bi hîsên enteresan geh ji telefonê geh ji televîzyonê merasîma çekberdana PKKê sêr kir.
Wê royê tifing bi tarzeka tarîxî hîn nû di tencikeka mezin de dişewitîn ku qapiyê me lêket. Ez çûm min qapi vekir, zar û zêçên mala meta min bûn, hatibûn mala xalê xwe.
Bi xêr hatibûn, bi xêr hatibûn lê min hema dî di destê keçkekê da sîlehek heye. ‘‘Hele lê lê’’ min got, ‘‘qîzê, ne qey îro sîlehan datînin, te jî yek rakiriye û berê wê daye min..’’
Kenîyam jî, kenîyam lê vê sîleha di destê wê keçkê da, wê keçka hîn nû bi ser nigan ketibû dimeşîya, ez birim xistim ber fikaran û xatirayan.
Wexta ez î zar bûm, sîlehên min jî hebûn. Xêncî wan sîlehên bi morikên plastîk û patpatk, tê bîra min li gund min bi darik û çoçikên di şeklê sîlehan da xwe teselî dikir.
Bes ez ne teselîyê, a bedelîyê bejim: Talîya sala 2019an ra ez li Samsun ya li hêla Qeredenizê eskerekî bedelî bûm. Li wir cara siftih, min tifingek rasterast rakir û li ser edetên eskerîyê sê qurşîn teqandin.
Ne ku min bi sê qurşînan sê mêr kuştin, min tenê sê qurşîn teqandin û ez pê serwext bûm ku herba bi çek û sîleh, bi tanq û top û teyare, ne karê herkesî ye.
Ma ne Aram Tigran bû, dixwest tifingan bişewîtine û bike saz û zirne; çi fikreka fantastîk çi fikreka enteresan, lê ez dibêjim qey em nabînînin tiştekî wanî ti zeman.
Gotineka Urfaliyan e, dibêjin ‘‘Meri li şûna ku îsotên şêrîn bixwe here gîyayekî din bixwe hîn rind e..’’
Edeta bav û kalan e, şêniyê Urfa serê sibê di taştê da îsotên tûj dixwe û hinekî bi mesqere hinekî jî rasterast tê îdiakirin ku dengê Urfaliyan jiber wan îsotên tûj xweş e.
Nivîskar Mehmet Adil Saraç di kitaba ser peyvên Urfa da ‘‘îsot’’ dibêje ji ‘‘ısı-otu’’ çêbûye. ‘‘Ot’’ bi Tirkî ‘‘gîya’’ ye, ‘‘ısı’’ jî mehnaya germahîyê dide, ‘‘gîyayê germ’’ yanî.
Zimanzan Michael Chyet jî di ferhenga xwe ya Kurdî û Îngîlîzî da bi vê perspektîfê li îsotê dinêre.
Hinek kes dibêjin îsot ‘‘ji sotin û şewitandinê’’ çêbûye, lê etîmolog ekserî pir guh nadin vê fikrê.
Li hêla Urfa her çiqas ji devê Ereb, Kurd û Tirkan a pir ‘‘îsot’’ tê gotin jî kesên dibêjin ‘‘bîber’’ jî hene.
Şairê mexlesa wî Melê Kurd e di şiîreka xwe da, ku di ser Whatsappê re ji nivîskar Jan Dost gihiştiye min, him gotiye ‘‘îsot’’ him jî gotiye ‘‘bîber’’
îsot û bacan û fireng
wana li Urfa dane deng
herkes leganê tîne zû
firne dipêje bi ar û dû
lê ger ku dirnaxli hebe
nanê genim pir xweş dibe
zik bidne ber van bîbera
selwat li ser peyxembera
Melê Kurd û Jan Dost birê hevdu ne, ji Kobanîyê ne. Birê biçûk Jan Dost jî ser îsotên Urfaliyan wanî li Melê Kurd vegerandiye:
îsot li Urfa şeref e
xweştir ji xemra qerqef e
gava ku goşt vêra hebî
pir germ dibe zikrê nebî
Jibo malumatên zêdetir:
Ferhenga Kurmancî - Inglizî - Michael L. Chyet, Yale University Press - 2003
Tanıklarıyla Urfaca Urfalıca - Mehmet Adil Saraç, Şanlıurfa Büyükşehir Belediyesi Kütüphane Yayınları - 2018
Jan Dost - Omer Faruk Baran - Sohbeta li Ser Whatsappê - Temûz 2025
***
Temûza 2025an kitaba senaryoya vê fîlmê ket destê min. Kitabên senaryoyan pir nêne xwendin, lê kitaba senaryoya Bîraxaneyê tehmeka xwendinê dide, min jê hez kir.
Hele îlle jî pêşgotina Bîraxaneyê. Bilal Korkut di vê pêşgotina kin, pir kin da bixwaze nexwaze raber dike ku ew ji sînemayê bêtir sewdalîyê edebîyatê ye.
Senaryoya fîlma Bilal Korkut ji fîlma wî, pêşgotina senaryoya fîlmê ji senaryoyê çêtir e.
Min pêşgotina kin, pir kin, nola ku ez fîlmeka dirêj, pir dirêj sêr bikim, xwend.
Dema ez zarokekî piçûk bûm, min wek şagirt li cem kebabçiyekî kar dikir. Hosteyê min mirovekî melankolîk bû. Ciwaniya xwe li Stenbolê derbaz kiribû, piştre vegeriyabû Mêrdînê ji bo li gor daxwaza malbata xwe bi yekê re bizewice.
Piştî servîsa nîvro, wî kar bi min ve dihişt û diçû bîraxaneyê. Min jî piştî kar hesabê xwe dikir û ji bo pereyên mayî bidimê, berê xwe dida bîraxaneyê. Dema dibêjim ‘‘diçûm’’, qesta min ew e ku min tenê deriyê bîraxaneyê vedikir û serê xwe dixist hundir. Dema ji hundir yekî ez didîtim, xebera hoste pê dixist.
Hoste derdiket derve, min pere didan wî û wî jî hinek ji wan pereyan dixistin nav destê min. Bi destê girtî ez ji wir dûr diketim û dema min quncik derbas dikir, min yekser dihijmartin, lewra para min her tim diguherî.
Vê rîtuelê demeke dirêj dewam kir. Ji hundirê wê bîraxaneyê bêhneke pîs û pirsek mîras ma ji min re: Çima ev mirov li vir in?
Jibo malumatên zêdetir:
Bîraxane - Bîlal Korkut, Weşanên Sor - 2024