Mektûba Aryen Rodî û Sekna Bejna Balekê

Destpêka salên 2000î bû. Biharê rengê xwe dabû keviran û Qerejdax weke keskebûkê xemilî bû.

Ez, apê min û çend pismamên min me pişta xwe dabû qûntara Qerejdaxê û li Diyarê Moza bêhna tavê digirt.


Qerejdax, Diyarê Moza û gundê me Gomika.. Ev çar sed sal e em li vî gundê di cîhekî asê de ne. Di derbeya 1980î de leşkeran gundê me nedîbû.


Him ji ber riya gundê me tune bû û him jî gund di nav gome û zinaran de bû, ji ber wê nav bibû Gomika.


Heta îro jî mekteba gundê me tune ye û heta 2010an jî li gund kesekî xwende tunebû.


Tenê apekî min di wan zorî û zehmetîyên salên 1970 û 1980î da xwendibû. Wî li Hacettepe Üniversitesiyê tip qezenc kiribû. Ew jî ji ber meseleyên sîyasî bibû telebe û li çiyayekî welêt hatibû girtin.


Li gundê me ji gerîlayan re dibêjin telebe. Digotin telebe hatin, yanî kesên xwende û zana hatin.


Ji ber ku ez li Diyarbekir diçûm mektebê gundîyên me giş bi çavekî mezin li min dinêrtin, wek kesekî xwende û zana.


Destpêka salên 2000î bû. Biharê rengê xwe dabû keviran û Qerejdax weke keskebûkê xemilî bû.


Ez, apê min û çend pismamên min me pişta xwe dabû qûntara Qerejdaxê û li Diyarê Moza bêhna tavê digirt.


Mixtarê gundê kêleka me Xalê Hemo tevî kameraya xwe hatibû gund. Lawê Xalê Hemo ev kamera ji Almanya ji bavê xwe re şandibû.


Xalê Hemo pesna kameraya xwe da, forsê xwe li me kir û got ka ez fotrafekî we bikişînim.


Wê demê fotograf tiştekî luks bû, li cîhekî wekî Diyarê Moza, wek Gomika, wek Qerejdaxê tiştekî nedîtinê bû. Dema te fotograf dikişand sekna te, poza te gere bi hurmet bûya.


Herkes rûnişt, xwe xweşik kirin û poz dan. Min di televîzyonê da sekn û bejn û bala telebeyan dîbû, ez rabûm ser xwe min poza telebeyan da.


Destpêka salên 2000î bû. Biharê rengê xwe dabû keviran û Qerejdax weke keskebûkê xemilî bû.


Ez, apê min û çend pismamên min me pişta xwe dabû qûntara Qerejdaxê û li Diyarê Moza bêhna tavê digirt.


Aryen Rodî


Perxudres Podcast bi destekên guhdarên nola te hêja van weşanên xwe dike. Em spasîya wan destekçiyên me yên ji Mêrdîn, Diyarbekir, Adiyaman, Riha, Agirî û Erziromê - bi qasî me tesbît kiriye - dikin. Eger tu ji weşanên me hez dikî û dixwazî ew dewam bike tu jî dikarî ji Patreonê bi mehane 1 dolar yan zêdetir destekê bidî.  


PIRR TÊNE XWENDIN

Stranên Zozanê, Feqîyê Teyran û Melayê Muzîkê

Yazîkirin, Nivîsîn, Qederandin

Mektûba Guhdar O. û Çîçeka Çolê