Mektûba Guhdar O. û Deftera Çiyayê Sîpan

Mala me li gundekî Milazgira Mûşê bû û ji hinda mala ve Çîyayê Sîpan xweş xuya dikir.

Rojeke payîza zarokîya min pîrka min a çîrokbêj li Çîyayê Sîpan nihêrî û ji min ra çîroka Siyabend û Xecê got.

‘’Nebaş û xêrnexwazan nehiştine ku ew bigêjêne mirazên hev, ew jî revîyane û xwe avêtine bextê Çiyayê Sîpan’’ got pîrka min.

Piştî bihîstina çîroka eşqa wan evîndaran êdî min bi çavekî din li wî çiyayê bi heybet nihêrî, êdî qedr û qîmeta wî li ba min zêdetir bû, êdî min dixwest ez zû mezin bibim û rojekê biçim ser.

Roj çûn, sal li pişta hev siwar bûn, dem çû dewran çû, ez mezin bûm û li gundekî Panosa Agirîyê bûm mamoste. Mekteba me ya gund li etegê Çiyayê Sîpan bû.

Min her roj bi kêf û meraq li Çiyayê Sîpan dinêrî, mîna bûkeka xemilandî xuya dikir, êdî wext hatibû ku ez ji bo meraqa zarokîya xwe bi rê kevim.

Rojekê ez li komeke çiyagerên ji Batmanê rast hatim û min xwe hazir kir û bi wan re berê xwe da Çiyayê Sipan.

Ji edetên çiyageran bû, berî ber bi jora çiyayekî bi rê kevin, konê xwe li jêr vedigirtin, agirek dadidan, li dorê rûdiniştin.

Me konên xwe vegirtin, agirê xwe dada û em li dorê rûniştin. Piştî çend saetan herkes rabû çû konê xwe bo xewê, ez jî çûm lê xewa min qet nedihat ji ber pirsan:

Gelo Siyabend jî li van deran geriya bi Xeca xwe re? Destê Xeca xwe girt û li van cîhan geriya? Gelo li ber kîjan keviran serê xwe danî ser çoka Xeca xwe? Li kîjan deverê Siyabend da pey pezkovîyan? Ji kîjan newalê, li kîjan gelîyê bi qiloçê pezkovî ket? Xecê li kîjan derê ji bo Siyabendê xwe kir hewar?

Bi van pirsan çend saet xilas bûn û em di saet yekê şevê de ber jora Çiyayê Sîpan bi rê ketin. Dilê min, heyecan û kelecana min a zarokekî bû, min digot ezê Siyabend û Xecê bibînim.

Gotinên pîrka min dihatin bîra min, wê digot ‘’Wextekî kesên ku dixwestin bibin hecî diçûn serê Çiyayê Sîpan û dûre dibûn hecî’’, digot ‘’bê sol û bê gore diçûn’’, çiqas bi zehmet bû, ewqas bi xêr dibû.

Bi westandineke zehf, bi rêyeke zor û dirêj me xwe gihand serê Çiyayê Sîpan werhesil. Di nav komê de yê ku ewil çû serê Çiyayê Sîpan ez bûm. Lê min ne Siyabendê Silivî dît, ne Xeca Siyabend û ne jî pezkovî, min tenê defterek dît li wir û min notek li ser nivîsî: Warê Siyabend û Xecê, Sîpanê Xelatê.

Guhdar O. 

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji karên Perxudres Podcastê hez dikî di ser vê lînka Patreonê ra tu dikarî bo carekê yan jî di otomatîkê da her meh destekên xwe bişînî. Dilê te çi wext bixwaze tu dikarî destekên xwe bisekinînî, betal bikî. 

PIRR TÊNE XWENDIN

Zimanê TRT Kurdî, Stêrk û Rûdawê - Planeka Makro

Bi Pêşgotina Abdullah İncekan Hinekî Din Rainer Maria Rilke

Ar, Agir û Ateş