Mektûba Yusuf Mîr û Xerabe
Ez çend rojên berê ji bo cenazeyekî çûme gundê me, gundê me yî hişk, gundê me yî dor tije qerac. Dema ku ez li gund ji bo erebeya xwe li cîhê parkê digeriyam, min li tenişta xerabeyekî cîhekî boş dît. Min erebeya xwe li wir park kir.
Xerabeyê ku min erebeya xwe li teniştê park kir demekê mala meta min bû. Ez sekinîm li ber, min li wî xerabeyî nihêrî. Li vê mala niha bûbû xerabe demekê zewac çêbûbûn, zarok hatibûn dinê, dil şikestibûn, bi şahiyan, bi şînan şevên zivistanê û rojên havînê derbas bûbûn.
Mala meta min, ew mala bûbû xerabe.. Derîyê wê yê darîn li ber xwe dida hîn, li ser xwe mabû lê dîwaran xwe berdabûn, hêdî hêdî dişehetîn. Zemên mala meta min di nav lepên xwe da xeniqandibû, kiribû xerabe.
Heyata însanan jî bi vî rengî ye min got ji xwe ra. Tu li vê dinyayê micadaleyeka zor dikî, şahî û şînan dibînî, bîranînan kom dikî lê zeman te hêdî hêdî dixeniqîne, tu terk dikî heyatê, te defin dikin û te terk dikin.
Ez hinekî din fikirîm li ber wê mala bûbû xerabe. Her tiştê ku tê rojek tê dare, min got, tenê hinek bîranîn dimînin di dilan da, dûra ew jî dibin xerabe.
Ji bo cenazeyekî ez hatibûm gund, cenaze radikirin, rojekê wê vî xerabayî jî mîna vî cenazeyî rakin, min got, herkes, her tişt berve mirinê dare.
Yusuf Mîr
