Mektûba Guhdar Potûx û Cewabeka Karkolîk

Yên kar û barên dinyayê di jiyanê de dixin pêşiya saxî û rehetiya canê xwe, yên dilsaxîyê di kar û baran de dibînin, Xwedê belaya xwe daye wan ez dibêjim.

Helbet bila derdora mirov ne pîs û gemarî be, bila sîstemeke karan hebe, lê ew karên giran dê kengê ji ber keda mirovan rabin, em dê kengê xwe ji xidamtîyê xelas bikin nizanim.


Li hêvîya wê rojê me. Ne giyan azad dibe ne laş. Me çi ji vê jîn û jiyanê fêm kir nizanim. Ji siharê ve lanetê dibarînim, lanetê dixwînim û niha jî tevî êşa milê xwe yê rastê vê mektûbê dinivîsim.


Dinivîsim, çimkî nikarim binivim û nizanim di vê şeva dirêj da çi bikim. Bêhna min teng nedibû, min ji xwe re li stranan guhdarî kir, hin tişt xwendin û kar kir ku binivim.


Plana di serê min de wisa bû lê êşa milê min hat, nahêle binivim, dihêle binivîsim, nizanim çi dibêjim.


Axx, yarê min nivistiye, bila binive cergê min. Bila, bila binive cergê min, jin dê kengê xwe ji karên giran yên malê rizgar bikin? Îmana xwe û me leqandin. De bila sporê bikin, yogayê bikin, bikevin nav jiyanê û xwe pêş bixin. Çi tiştê wan pêş ve naçe bi van karên malê. Hestiyên wan kirêc dikevitê, pişta wan û çongên wan ava fitiqê dikevitê hema.


Rojekê diya min çi kar nake şika xwe dibe ji jiyanê, ji wê ve dinya sekiniye wê rojê, nazivire. Nizane rûnê jî diya min, diçe mêvanîyekê îlamî û vedigere malê. Vedigere malê û dibêje ji xwe û ji me re: ‘’Ji keçên xelkê tê, mirov mirêkar e hema seyra lezûbeziya wan bike. Lê li halê me..’‘


Rebenê, diya min nizane hema wê rojê dijî, hema tenê di wan kêlîyên vala de çavên wê vedibin û dikare ser derdora xwe bifikire.


Ez Guhdar Potûx, Potûx, diya min aciz dibe û we dibêje min, karên malê hene dîsa, bi xatirê we.


Guhdar Potûx


Guhdar Potûx, 

Mektûba te ya mîzah têda ez kenandim hinekî û kir ku ez ser kar û barên heyatê bifikirim. 

Pêşîyên me karên giran kirine barên keran bi gotinên xwe. Bi mektûba te du gotin hatin bîra min. 

Di yekê da dibêjin, kar ker e, tu bajo wê ew here. Xayet zelal e mehneya vê gotinê. Kar çi kar be, ku dest pê dikî qedandina wê jî dibînî, lê ku li şûna xwe disekinî kar wer giran dibe, dibe barê keran. 

Ew çû, di yekê da jî pêşîyên me dibêjin, karê hinekan karê kera, şansê hinekan koşk û sera. Hinek însan çiqas îş dikin çiqas dişixulin, çiqas li ber xwe didin jî ku rizq e ku qismet e ku çi ye, tiştek bi dest wan nakeve, hinek jî ne bi jêhatinê lê bi lêhatinê dibin xwedîyên qesr û qonaxan. 

Te behsa karên malê kiriye. Ez zanim gava mala me 10 kes bû jî gava ez û dîya xwe man bi tenê, man 2 kes jî karên malê ti carî neqedîyan. Însan diqedin, karên malê naqedin, ew temam, lê min fehm nekir çira wer tim di eynî tempoyê da dewam dike, çira tim gijegij e her ro û her ro, çira tim lezûbez. 

Li hêla Mêrdîn, Diyarbekir û Batmanê, li wan hêlan min bihistiye kebanîyên malan ku sanîyekê disekinin, dibêjin ‘‘Rabin rabin, rabin mala mitriban bi seknê xirab bûye’’ û radibin karekî dibînin, tiştekî dikin. 

Ez jî ser xwe bêjim, çendek e ferq dikim ku karên Perxudres Podcastê naqedin. Ser xelekên nû dişixulim, xelekên berê restore dikim, nivîsan li blogê bar dikim, hesab kitaban dikim, tim dikim û dikim. Qey ez karkolîk im? 

Bira wer, bira ez wer karkolîk bim, gotina dibe guhar li guhê min dikeve rind tê xanê ji min ve: Karê hinekan karê kera, şansê hinekan koşk û sera. 

Bi xatirê karan, pardon, bi xatirê te Guhdar Potûx, li benda mektûbên te yên kar û ken têda. 

Omer Faruk Baran

PIRR TÊNE XWENDIN

Stranên Zozanê, Feqîyê Teyran û Melayê Muzîkê

Yazîkirin, Nivîsîn, Qederandin

Mektûba Guhdar O. û Çîçeka Çolê