Bi Xeta Trênê Ziman

Bo sedsala 19an şoreşa mezin xeta trênê ye. Wan çaxan mesafeyeka ku bi erebeya posteyê 24 saet bûye bi xeta trênê daketiye 6 saetan û vê yekê li ba şair û nivîskaran jî heyecaneka mezin çêkiriye 

Şairê Alman Heinrich Heine sala 1843an li Parisê gotiye ‘’Sankî dar û dehl û çem û çîyayên hemî welatan ber bi Parîsê ve dikişin, tên’’ 

Dîsa wan salan Victor Hugo jî gotiye ku ‘’Bi xeta trênê wê kultûr hevdu nas bikin û wê Fransizî jî bibe zimanê temamê dinê.’’ 


Ji sedsala 20an vir va Îngilîzî zora Fransizî dibe û bi saya înternetê vê sedsala 21ê digihîne her quncikî. 

Lê hîn pir berî înternetê jî zimanê Îngilizên katib û kolonyalîst li dinê zû bela dibû. 

Zimanzan dibêjin Îngiliz dema 1788an çûn Australîa li wir û li derdora wî welatî 260 zimanên ji hev cihê hebûne. 

Ji wê çaxê vir ve 100 ziman wenda bûne çûne, 100 ziman niha li ber sikratê ne û zarokên yêrlîyên Australîyan van salan li mekteban bi qasî 20 zimanan dersan distînin. 

Omer Faruk Baran

Bîblîyografîyaya vê xelekê wenda ye.

PIRR TÊNE XWENDIN

Sond Seba Çi Tê Xwarin?

Koma Amedê Newroza Biharê Anî Payîzê

Mektûba Guhdar Sînn û Sibeheka Dudilî