Dadan, Radan û Vedana Şener Ozmen

Ji Gramera Bêhizûr a wî ya sala 2014an derketî û min sala 2015an xwendî vir va çi gava kitabeka Şener Ozmen dibînim û qirarê didim ku wê bixwînim ji pêş da zanim ku ezê rastî jî zimanekî zêde zêde bêhizûr bixwînim. 


Çinku zanayên zimên, giregirên aqil dane ser gramerê wê çi bêjin hema bêje ti carî ne xema Şener Ozmen e; ew bi kaos û krîza xwe tîne bi devê karakterên xwe zimên dadide, radide zimên û zimên vedide. 

Seba vê dadan, radan û vedanê serbest û bêminet bike Şener Ozmen, ew navên kitabên xwe, navên karakterên wan kitaban, heta îthafên wan kitaban nola tabeleyaka hişyarîyê datîne, û nola ku ew bi rêka wan tabeleyan dibêje, ew zimên naherimîne, tenê xwe dîsa li tiştên nû diceribîne. 

Jiyana Asayî ya John Sanders a Şener Ozmen jî, ku sala 2025an derketiye, bi van taktîk û teknîkên eşkere ne, bi îthafeka bo Ergîn Sertem û Kawa Nemir destpê dike. 

Ergîn Sertem û Kawa Nemir her çiqas dixwazin bi şairîyên xwe werin xanê jî li derdora edebî wan bi tercûmeyên wan nas dikin. 

Şener Ozmen di sebeba îthafê da bo Kawa Nemir û Ergîn Sertem gotiye: Sewa ku tixûbên Kurmancîya gewr heta bi stêrkan fireh kirin. 

Kurmancî gewr dibû, reş dibû, boz dibû, heta sedsala 20an bi şewqa şerqî, bi tesîra Erebî û Farisî fireh dibû, lê di vê sedsala 21ê da bayê xerbî tê, ji Fransizî, Îngîlîzî û Almanî tê li dora Kurmancî digobile. 

Şener Ozmen di Jiyana Asayî ya John Sanders da ji idiot û bitchê bigire, heta look û heta by the wayê barek gotinên ji Îngilîzî li romana xwe reşandine û bi heyat û hikayetên li Amerîka ya li her quncikekî wî kultûrek deng dide, derîyek li edebîyata cîhanî ya vî zemanî vekiriye.

Tarîxçiyên edebîyatê dibêjin gotina weltliteratur ya mehneya edebîyata cîhanî dide cara pêşî sala 1827an Goethe kiriye. 

Li gor qeydên şagirtekî Goethe, wî mealen gotiye ‘’Ez êdî îqna bûme ku şiîr milkê temamê dinê ye, dewra edebîyata miletî, ewa neteweyî qediya, êdî edebîyata cîhanî li ber derîyê me ye.’’

Hinek nivîskarên li dû şopa kultûrên resen vê weltliteratura Goethe behsê dike red dikin, lê wer tê xanê ku Şener Ozmenê bi şexsê xwe û bi devê karakterê xwe John Sanders li Amerîka ya kozmopolît û ji zû de ye welatê koçeran e, li ser xeta Goethe ye.

Şener Ozmen zane ku hikm û hegemonyaya xerbî bi kirîn û firotina ji Amazonê, bi qehweya Starbucksê, bi hesabên Instagramê û bi malumatên jî Wikipediayê li şerqî li gundekî di orta Hezex û Nisêbînê da jî heye êdî. Loma di romana wî da Uber jî heye, loma di romana wî da Dominos. 

Zaten a Şener Ozmen, ne mesele û minaqeşeyên gund û bajaran e, pirsa wî bo vê dewra seyr, ser dinyaya berê gilover û îro global e: Em ber bi ku ve darin? 

Li ser vê pirsê John Sandersê Şener Ozmen ji vî zemanê kozmopolît û kaotîk cewabê dide: 

Dilê min jî, mînanî qutiya min a posteyê, bi tiştine beredayî tijî bûbû, serê çend salan bû ji bilî broşûrên danasîna restoranên nû vebûyî, klûbên nû yên golfê, belavokên peywendiyên têbaran û fatoreyên dem û dezgehan, xulase, tiştên ti xêra xwe ji mirovayiyê re neyî, ti tiştekî dilveker nedihat ji min re. 

John Sandersê dilkoçer, heq e ez nola Şener Ozmen ê eynî nola Emile Zola naturalîst bêjim John Sandersê dilqehpik, dûra li ber qalmeqalma qelebalixê cewabeka din jî dide: 

Kêşeya vî welatî ev bû, mirovan piştî demekê tenêtî çêtir digirt, bi dû re dîn dibûn, dibûn kujerên xwe yan jî yên hinekên din. 

Omer Faruk Baran 

Jiyana Asayî ya John Sanders - Şener Ozmen, Weşanxaneya Avesta, 2025

Küresel Roman: 21. Yüzyılda Dünyayı Yazmak - Adam Kirsh, Çeviri: Abdullah Yılmaz, Vakıfbank Kültür Yayınları, 2018

PIRR TÊNE XWENDIN

Bi Halên Tercûmekirinê Hewalên Şiîrekê

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe

Mektûba Guhdar D. û Rêya Xewê