Mektûba Guhdar Lehî û Cewabeka bi Xêr û Xweşî

Silav ez, silav temenê min ê nû û silav kesê ku nas nakim.

Min xwest dilê xwe ji yekî nasnakim re vekim. Ji ber ku carna kesên nasnekirî nêztir in. Ji bo ku tu anha van hevokan dixwînî spas dikim.

Îro, 24ê Tebaxê, rojbûna min e û ez bûm 36 salî. Anha ev hejmar ji min re ewqas dûr û mezin tê ku nikarim bînim ziman. Çawa ku ez bebekek bim nû hatibim dinê lê diya min ez xistibim nava gomlekeke XXXL.

Jixwe her tim temenê ku ketîmê ji min re mezin dihat, min qet xwe weke wê hejmara ketîmê hîs nekir, her biçûktir, her biçûktir.

Mînak hê jî dixwazim di 4 saliya xwe de, li mala me ya gund a ji axa spî û keviran hatî çêkirin bim û bavê min tiraş taximiya xwe bînê û rih û simbêlên xwe kef bike, paşê jî wan bi usturayeke heşîn jê bike û ez jî hema temaşe bikim, dixwazim çiqas emrê min hebe li vê sahneyê temaşe bikim.

Lê emrê min vaye 36 e û ew sahne tenê carekê min dît. Sih û şeş.. Gelo min çi fêm kir ji van salên li pişt min mayîn?

Ez dibêjim qey heta 30 saliya xwe jî ez nejiyame. Ji ber ku ez qefesek girtî bûm heta hingê. Henekan nakim. Rastî jî devê min, mejiyê min, çavê min ji mirovan re girtî bûn. Ez ji xwe re diaxivîm, min ji xwe re didît û ez ji xwe re difikirîm... Va ev 6 sal in ez xwe bi xwe devê vê qefesê vedikim û dixwazim xwe ji nava xwe azad bikim.

Gelo mirov çawa xwe ji xwe azad dike? Ez dizanim, hûn jî li ser bifikirin. Ez dibêm du canên mirovan hene: ya ewil dêwbav ruh didinê ya didoyan jî mirov bi xwe ruh didê.

Canê min ê ku dêwbavên min ruh dayînê gelekî qels û kêm e. Ji ber ku bav 5 saliya min de ez hiştime û çûye axretê. Dê jî ji ber ku ez 45 saliya xwe de anîme dinê û di ser de jî biçûkê 9 xwîşk û bira me nekariye bi min re mijûl bibe û hema welê kêm û kêm mezin bûme û çem û çem çûme.

Ev canê min ruh dayî jî dixwaze ku xwe ji van qelsiyan, kêmasiyan û hesretan xilas bike, hema bi zêhn û dilê xwe ve mijûl im. Belku ev jî ne tiştek baş be lê çi bikim, çi tişta ku di xwe de ne baş hîs dikim dixwazim biguherînim. Dibe ku ev reva ji xwe be. An jî heznekirina ji xwe, nizanim..

Gelo mirov dikare xwe mezin bike? Ez ê bikaribim, ez ê wê qefesa girtî vekim û mifta wê jî bixim nava destê xwe.

Ez ê xwe mezin bikim û ez ê kesayetiyeke xurt û saxlem derxim holê. Ez ê ji xwe hez bikim, ez ê xwe hembêz bikim.

Kêmasiyên ji dêwbavên me tên ne sûcê wan e, ji ber ku ew jî kêm bûn û nekarîn xwe temam bikin. Lê em dikarin. Ewan em heta temenekî mezin kirin, anha dora me ye, em ê xwe mezin kin.

Çi dibêje Bob Monkhouse, "Mirov bê hemdê xwe pîr dibe lê bi xwesteka xwe mezin dibe."

Rojbûna min pîroz be. Saet sisê şevê û diwazdeh deqqe ye, ez biçim razim da hinekî din mezin bibim. Şevbaş filankes, bi xatirê te ji rêya Antalya-Batmanê.

Guhdar Lehî


***


Guhdar Lehî, 


Dema mektûba te dereng-derengê şevê hat ez î şiyar bûm. Xew li min jiber kul û keseran, stres û sanciyan herimîbû dîsa. Ku min anî vekir mektûba te xwend, çizînîyeka din li dilê min ket û ez pê ketim xem û eleman. 


Ji sosyal medyayê ye, ji xwarin û vexwarinê ye, ji hewa û royê ye, ji erf û edetên guherîne ye, êdî ku ji çi ye nizanim, zemanê vî zemanî zû derbaz dibe û tevî vê derbazbûnê jî em mezin nabin. 


Sedsala 20an xortê çardehsalî xurt û qîza panzdehsalî fehîmeya her rengî bûye. Îro ro, di vê sedsala 21ê da, kesên 14-15 salî li dera han, kesên 40-50 salî ra jî tu wa bi dilekî yeqîn nikanî bêjî bilyan e, maqûl û mezin e, giran e. 


Eger em ser meseleya mezinbûnê li nesl û nifşên X, Y, Zyê binêrin bi min birînên însanên Yyê ji yên ji Xê û Zyê zêdetir in. Y, koma însanên ji 1981ê heta 1997an hatine dinê, him bi mehneya mecazî him jî di rastîyê da li ortê maye û ne kane xwe bide vê hêlê ne jî wê hêlê. Yanî ne kane zarok bimîne Y, ne kane xwe mezin bihesibîne. 


Rind, pir rind fehmd dikim vê hisîyata te. Hêleka min zarok e, naxwaza mezin bibe, hêleka min bi salan dihise û fehm nake çima ez mezin nabim. 


Te gotiye du canên însanan hene, yekê dê û bav rih didinê, yekê jî însan bi xwe rih didê. Belkî ne eynî tişt be, lê vê gotina te meseleya Ziya Gökalp anî bîra min. 


Her çiqas Kurdbûnek bi Ziya Gökalp va tê zeliqandin jî ew xwe Tirk dibîne û vê Tirkbûnê jî li ser mantiqekê datîne. 


Ziya Gökalp dibêje însan ji kîjan miletî ne, ne bi xususîyetên fîzîkî, lê bi seknên wan yên kultûrî belî dibe. 


Li ser vê fikrê jî Ziya Gökalp şoreka Îskender bi bîr dixe ku digotiye ‘‘Bavê min rastî ne Fîlîp e, lê Arîsto ye.’’


Di nivîsa xwe ya sala 1922yan de, Ziya Gökalp dibêje ‘‘Ez Tirk im’’ û dibêje ‘‘Ku pêşîyên me Ereb û Kurd bûna jî ferq nedikir, ez bi terbîyeya Tirkan mezin bûme.’’


Sazbendê ji hêla Efrînê, Elî Tico jî di kilameka xwe da ser yarê bi gazinc dibêje ‘‘lomeyan ji te nakim, te biriye terbîya Ereba..’’ 


Tew dibe ku meseleya mezinbûnê û biçûkmanê jî ji terbîye û tedrîsatê be. Em bi qaîdeyên mezinên xwe mezin nebûn, û kapîtalîst dibêjî neo-lîberalîst dibêjî sîstemê kir ku em tenê ji wê re bişixulin û tik û tenê bimînin, bê mehne, bê rih û û bê hisiyat li dora xwe binêrin. 


De em çi bikin ma, dibêjin ti dara ku ba lê neketiye tune, her însanekî derdekî xwe heye û ê her însanekî jî bi hewakî ye.


A ku min gerek di vê mektûbê da, di serê kilamê da bigota, di talîyê da bêjim: Rojbûna te pîroz be, sala te ya nû li vê heyatê xêr û xweşîyan bike nesîbê te, derkevî ji qefesê û bidî û bistînî nefesê, bi xatirê te. 


Omer Faruk Baran


***

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji Perxudres Podcastê hez dikî tu jî dikarî ji Patreonê destekên xwe bişînî, dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe betal bikî. 


PIRR TÊNE XWENDIN

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe

Bi Halên Tercûmekirinê Hewalên Şiîrekê

Mektûba Guhdar D. û Rêya Xewê