Blog! Bike ku ez tim binivîsînim.
Merheba ji min re,
Ez dikim li vir, di vê blogê de nivîsên xwe yên berê biweşînim. Yek caran jî nivîsên nû bikim barê blogê. Nivîsên berê.. Her yek bi derekê de bela bûye, ez nizam çi, çi wext di kîjan kovarê de derketiye. Gerek ez rûnim yek bi yek li mailên min şandinî ve binêrim, da ez bizanim nivîsatê.
Kesên xwedanblog rind zanin, jiber dizên edebîyatê yên ku bi ro û şev li sûkên Twitter û Facebookê digerin însan carna pir aciz dibe û naxwaze tiştekî xwe li derekê bela bike. Dizîya edebî ya li ser înternetê însên pir diêşîne. Lê tevî vê êşê jî min dil heye heta dera hikmî min lê dibe ez baxçeyê bloga xwe tim bi nivîsan av bidim. Ma di edebîyatê de kî jê kê nadize, kî ne dizê kê ye?
Keçkeka xweşik ya ku ji Mohsen Namjoo pir hez dikir piştî dî ku li her derê herkes li wî guhdar dike dev ji wî berda. Dema hanê min di telefonê de halê wê pirsî, go ''Ez pir bêrîya dengê Mohsen Namjoo dikim, min çar sal in bi kêfa dilê xwe li wî guhdarî nekiriye.''
Nivîskarên blogan pir caran xatirayên xwe dinivîsin, ev der bi şeklekî dîjîtal dibe deftera blogeran. Ji 2001an vir ve, yek-yek sal ne têde, ez hema bêje her roj dinivîsim, lê li defteran. Wext hebe ez ê notên di wan defteran de jî bi hinek sansur û navguhertinan hêdî hêdî deynim ser blogê.
Ji alîyê gramerê -min çima negot ''rêziman''!- û ji alîyê mantiqa zimên ve wê hinek şaşî, kêmasî di nivîsan de hebin. Lê çito ku ji piraniya blogeran re ev ne derd e wê ji min re jî nebe derd. Bi qasî ji dest min were, wext hebe ezê li gor hişyarîyên xwendevanên blogê peyv û hevokên şaş biguherînim.
Li ser înternetê tiştekî ku min pir ditirsîne heye: Herkes ji hev ditirse û hema di tiştekî sivik î erzan de, di cîh de bi hev dikevin. Yanî bedela fikirîna tiştekî şaş li vê alemê pir giran e. Xwediyê şaşitîyê tavilê li ber çavên herkesî biçûk dikeve, qîmeta heyî jî li ber bê dikeve, diçe, wenda dibe.
Ez jî li ser vê alemê bi şaşî, xerabî û rastîyên xwe heme. Û ew der berî her tiştî deftereka min e, berpirs û serpirsê gotinên xwe ez im. Li gor zanîn û zanebûna xwe ezê bêjim. Carna rast, carna şaş, kesî bêqusir tine li dinê.
Min ji xwe re got, ji we re jî dibêjim merheba. Ev der blogeka bi nanûav e, bi nanûziko dişixule, ne statu xem e ne jî pere. De tu were, çend hevalan jî bi xwe re bîne, me çay hîn nû da ser!