Defterên Eskerê Boyîk
Serê payîza 2025an min ji kitaba nav Rêya Jiyana Min xatirayên Eskerê Boyîk xwendin.
Ji Serhedê ber bi Sîbîryaya Sovyetê va salên sirgûnîyê, salên tije tirs, talûke û trajedî ne xatirayên Eskerê Boyîk.
Ew xatira, êş û elem, oxilmeyên giran in ku Êzîdî bi sedan, belkî bi hezaran sal in li ser van erdan dibînin.
Êzîdîyên berê li ser qirar û qanûnên bav û kalên wan pir nedixwestine qewlên wan li qelemê kevin, lê Eskerê Boyîk, ew xwendîyê çîşkî ser sekneka sekuler, heyateka li dora nivîsînê li dû xwe hiştiye.
Di xatirayên Eskerê Boyîk da defteran bala min kişandin; defterên şiîran, defterên not û nivîsên din.
Salên 1960î, Eskerê Boyîk dema ew û Erebê Şemo hîn nû hevdu nas dikin, li ser teklîfa Erebê Şemo deftereka xwe ya şiîran dide Erebê Şemo ku ew şiîrên wî bixwîne û fikrên xwe yên ser şairîya wî çend royên din jê ra bibêje.
Eskerê Boyîk di xatirayan da ser şabûna xwe ya bo vê teklîfê dibêje ‘’Lingê min erd nedigirt. Baskê min hebûna ezê bifiriyama.’’
Piştî çend royan Eskerê Boyîk radibe dare ber derê mala Erebê Şemo, zîl e zengil e, lêdixe.
Li ser pirsa ‘’Kê ye?’’, Eskerê Boyîk dibêje ‘’Apo, ez im, Esker..’’
Erebê Şemo bi cilên nav malê derî vedike û defterê diavêje rûyê Eskerê Boyîk.
‘’Carke din ez lingê te li ber derê xwe nevînim!’
Dikeve hundir û derî li ser xwe zerp digire Erebê Şemo. Elbet şok dibe Eskerê Boyîk, di şûna xwe da sar dibe.
Paşê çi ye ne çi ye, Eskerê Boyîk yê wan çaxan gênc bûye ji maqûl û mezinan dielime ku mabêna mala kalkê wî û Erebê Şemo xerab bûye, û Erebê Şemo jî ji deftera şiîran û bi şûnda elimîye ku Eskerê Boyîk kî ye ji kê ye.
Eskerê Boyîk rokê jî deftereka xwe ya şiîran radike dare cem Hecîyê Cindî.
Şairê gênc piştî hevnasînê li ser xwestina Hecîyê Cindî ji defterê şeş-heft şiîrên biçûk jê ra dixwîne.
Şiîr bi Hecîyê Cindî xweş tên, ew kela di Eskera Boyîk da dibîne û wî dawetî şeveka mala nivîskarên Ermenistanê dike.
Eskerê Boyîk dibêje wî wan salên 1960î xwe li şiîrên modern diceribandiye, nola gelek şairan li rêyeka nû digerîyaye, lê li ser şor û şîretên Hecîyê Cindî wî ew şiîrên ser gotine nûjen terikandiye.
Destpêka salên 1990î, wan çaxên sedra Sovyetîk hêdî hêdî hildiweşe, Eskerê Boyîk bi sistbûna sînoran ra radibe dare Sûrîyê.
Abdullah Ocalan, Osman Sebrî, Rewşen Bedirxan û gelek rêber û rewşenbîrên din li Sûrîyê ne wan salan.
Eskerê Boyîk li Sûrîyê bi giregirên wan salan ra rûdine û li deftera xwe gelek malumatên mihîm qeyd dike, lê wê defterê jî nola gelek belge û fotografên din di koç û qaçê da wenda dike.
Defterên min jî hene. Di deftereka xwe ya nû da, ku min hîn wenda nekiriye, dibêjim:
Min îro dîsa xatirayên Eskerê Boyîk xwendin û kitab qedand. Kitab kitabeka qalind bû têra xwe, lê ez hîn jî nizanim çira navê Eskerê Boyîk, Esker, çira navê bavê wî Boyîk û çira navê kurê wî Romî ye, meraq bû ji min ra, dîsa ma meraq.
Omer Faruk Baran
Rêya Jiyana Min - Eskerê Boyîk, Weşanxaneya Nûbihar - 2025