Mektûba Simko Gerok û Jinên Metroyeka Meksîko
Sal 2023, nû hatime Meksîko City ya paytexta Meksîko. Pir nû me, gavên min ên pêşî ne li vî bajarî, hîn derekê nas nakim.
Bawila xwe li otela xwe ya bi sê stêrk datînim û dibêjim ez herim hinekî çarşi û merkeza bajêr bibînim ka çi heye çi tuneye.
Darim metroyê ku pê herim Meydana Zocaloyê. Meydaneka tarîxî ye Zocalo, berî Îspanyol werin van deran biherimînin seba Aztekan cîhekî bi qîmet bûye, îbadetxaneyên wan li vir bûne. Niha jî qesr û qonaxên serokan û dêr li vê meydanê ne, bûye şûneka tûrîstîk.
Li îstasyonê li benda metroyê me ku yekî wezîfedar tê bi Îspanyolî tiştekî dibêje ji min ra. Ez jî dibêjim no hablo español, yanî, ez Îspanyolî nizanim.
Gava wer dibêjim, wezîfedar fehm dike ku ez î xerîb im û bi pêçîyê xwe tabelayeka li ser dîwêr îşaret dike.
Li tabelayê dinêrim lê tiştekî fehm nakim pir. Bi herfên pembe li kêleka fotografên jinan hinek tişt hatine nivîsîn.
Dikevim Google Translateê û nivîsa li ser dîwêr li wergerê dixim. Google Translate dibêje ‘’Tenê jin kanin li vê vagonê siwar bin’’
Ji xwe ra dibêjim ‘’Vana çiqas dîndarên Katolîk in yaw, çiqas Xrîstiyanên dîndar in’’ û ber bi vagona mêr û jinan dimeşim, vagona tevlihev.
Bi metroyê ber bi Meydana Zocalo va darime gera min a li Îranê tê bîra min. Li wî welatê di destê dîndarên Şîa da cîhê jin û mêran cihê bû di metroyê da, lê a Meksîko bi min pir ecêb tê. Çinku li Îranê jin di çarşefan da bûn, lê li vir jin şeqrût in, bi dekolte ne, tiştekî dînî tune ye di heyata wan a normal da, ne wekî Îranê ye.
Dûra dûra, hinek heval mevalan çêdikim, derdora xwe hinekî din nas dikim bi şûnda rokê cesaret dikim, meraqa xwe ji hevalan dipirsim, dibêjim ‘’Li vî bajarî çira vagonek cihê ye seba jinan?’’
Dibêjin ‘’Dizî heye, teqîb, tacîz û tecawuz mesele ne li vî bajarî. Xerabîyên wanî pir zêde ne, loma seba silametîya jinan vagonek ji wan ra cihê kirine.’’
Gorey gotina wan hevalan li Meksîkoyê royê 7-8 jin têne kuştin. Ji min ra behsa hinek kesên hatine kuştin dikin lê navên wan nêne bîra min niha. Jixwe zû têne bîrkirin kesên wanî têne kuştin.
Li ser vê rewşê şoreka Palo tê bîra min. Palo ji Palo ya Elezîzê ye, li Stenbolê sahaf e, tim dibêje ‘‘Li dinê mazlumên tewr mazlum jin in.’’
Çi gotineka rast e! Heta vî emrê xwe yî nêzîkî 40î dibe li dehan welatan gerîyame. Xirîstîyan, Misilman, Zerdûştî, ateîst, serdest, bindest, pisîkhez, miletên li ser çeman û golan dijîn, qereçîyên heqîb li pişt wan, ewên li çîya dimînin, ewên ji çolên xwe dûr nakevin.. Kê dibînim, çi jî dibînim, tim mîna gotina Palo ye: Mazlumên tewr mazlum, li vê dinê jin in.
Simko Gerok