Mektûba Guhdar Î: Sandiqa Dapîra Min
Rehmetîya dapîra min ji zikê xwe pir hez dikir. Ji bo vê jî di sandiqa wê da şekirê ziyaretan, gûz, mewîc, bastiq, loqim, biskuvî û qax hebûn, heta carna cîps jî.
Sandiqa bêkilît wexta dapîra min diçû cîhekî, bo min, xwanga min û birê min, dibû dikaneka şekiran, dikaneka bêxwedî.
Gava me sandiq vedikir bîna naftalînê jê difiriya û bi me pir şîrin dihat. Bîn dihat, bîn dihat lê bidestxistina wan tamuşkan çetin bû.
Ji ber ku sandiq bê kilît bû dapîra min boxçeyên xwe hişk girêdidan û me jî ew bi didanan vedikirin.
Boxçeya çitan, boxçeya lîf û patikan, a qumaşan û ya secdeyan. Mewîc di boxçeya secdeyan da bûn, gûz di ya çîtikan da û şekir di ya lîf û patikan da.
Boxçeyek jî.. Me dest nedida wê boxçeyê. Dapîra min digo boxçeya kefenê min e û carê li cem me vekiribû. Du metre cawê sipî, hîzareyek, lîfek û du qalib sabûn têda bûn. Xof dikir dilê min î zarok wê boxçeyê.
Piştî dapîra min berî mirinê ket ber destan, mala wê bela bû û bîna naftalînê jî ji sandiqê çû. Ji boxçeyan, tenê a bi kefen ma.
Dapîra min mir. Sandiqa wê ya wexta ew ji mal derdiket çavê me dibiriqand, hûr kirin, textikên wê avêtin sobeyê şewitandin.
Hê jî li ku derê sandiqekê dibînim dilê min dişewite.
Guhdar Î.