Ronakpak, Meyroya Girê Sîra, Tirsa Spotifyê û Dîwana Umer Barasi
Ji arşîveka dîjîtal li Serxwebûnê dinêrim; hejmara 1ê ya serê sala 1982yan derketiye. Vê Serxwebûna bi Tirkî ya salên pêşî yên PKKê di vê hejmara 20 sahîfeyî da sahîfek bi Kurmancî hazir kiriye.
Di vê sahîfeya Kurmancî da Serxwebûna sala 1982yan radigihîne ku bi qasî 250 ronakpakên PKKê hene. ‘‘Ronakpak’’; li kêleka peyvê bi parantezê hatiye gotin ku mehneya wê ‘‘şehîd’’ e, ronakpak.
Ez pir dibînim ku li şûna ‘‘şehîd’’ê hinek kes dibêjin ‘‘pakrewan’’, lê ez jibo ‘‘şehîd’’ê li ‘‘ronakpak’’ê rast nehatibûm berê.
’’Şehîd’’, bi mehneya fedaîyê dînê Îslamê di nêv milet da bû ya rast, bes li Tirkîyê dûra him bo eskerên Tirk hate gotin him bo gerîlayên PKKê ku wan bi qasî 50 salan xwîn ji hevdu rijandin.
Tê bîra min, salên xortanîyê min li Sirûcê ‘‘şehitler ölmez’’a bi Tirkî jî dibihîst, bi eynî mehneyê ‘‘şehîd namirin’’a bi Kurmancî jî.
’’Şehitler ölmez’’ dema cinaze bi beyraqa sor û sipî bû û esker bû dihat gotin, ‘‘şehîd namirin’’ dema cinaze bi kesk û sor û zeran xemilandî bû û gerîla bû.
Bo herdu serîyan, bo gerîlayan û bo eskeran şêni tim eynî şêni bû; şêni şênîyê Sirûcê û feryad fîxan bi Kurmancî.
Jibo malumatên zêdetir:
https://ozgurbasinarsivi.net
Tu dikarî ji vê lînkê li arşîva medyaya nêzîkî PKKê binêrî.
***
Strana Meyro ya Girê Sîra van demên dawî bi dengê Dilan Top û Erkan Top li guhê min dikeve.
Gorey malumatên li ser YouTubeê, şair-akademîsyen Selim Temo û muzîsyen Mikail Aslan ser gotina vê stranê destek dane Dilan Top û Erkan Top.
Di strana anonîm da tê gotin ku Girê Sîra bi nîsk e, gir xopanê bi nîsk e, wa siwara îskeîsk e, xwestiyê Meyro babilîsk e, toliciwanê Meyro.
Gir û nîsk û siwarên bi îskeîsk li hêlekê, babilîsk çi ye, çi ye babilîsk û toliciwanê çi ye?
Selim Temo, ku gotinên stranê çerxe Tirkî kiriye, dibêje, ewê ku Meyro dixwaze, talibê wê, hafizê Încîlê ye, loma gotine, xwestiye Meyro babilîsk e.
Girê Sîra gundekî Batmanê ye û normal e Selim Temo yê ji wan hêlan vê strana govendê tevî gotinên wê rind zanibe, lê nizanim ji çi ye bi min zêde fantastîk tê ‘‘babilîsk’’ê di vê stranê de; çi bigir xwestiyê Meyro tevî ku file ye jî ne babilîsk e, ne hafizê Încîlê ye, lê tiştekî din e.
Dilê min eynî nola ‘‘babilîsk’’ê li ‘‘toliciwan’’ê jî rûnane di vê stranê da.
Muzîsyen Cewad Merwanî, ku stranên rîtmîk yên Radyoya Erîwanê berhev kirine, gotinên Girê Sîra ji devê Temûrê Fetî nivîsîye.
Temûrê Fetî, min jî lê guhdarî kir, nabêje ‘‘toliciwan’’ê, lê dibêje ‘‘tu lib canê Meyro..’’
Nivîskar Mehmet Bayrak jî di kitaba xwe ya ser Kilam û Stranên Kurdan da di gotinên vê strana Girê Sîra da ‘‘Tu li bi canê Meyro’’ nivîsîye.
Li dueta Şehrîbana Kurdî û Murad Bektaş guhdarî dikim, ew tew dibêjin ‘‘Tolikvanê Meyro..’’, di dueta wan de Meyro li Girê Sîra tolikê top dike.
Mihemed Arif Cizrawî jî dibêje, bi qasî dibihîsim, dibêje ‘‘Tolê, ciwanê, Meyro..’’
De mîna gelek kesan min jî stran berî gişkan ji dengê Meryemxanê bihîstibû. Wan siwaran, wê dengê Meryemxanê jî bi îskeîsk e welhasil..
Jibo malumatên zêdetir:
Stranên Rîtmîk Ên Radyoya Erîwanê - Berhevkar: Cewad Merwanî, Weşanxaneya Aram - 2016
Kürt Halk Türküleri (Kilam û Stranên Kurd) - Hazırlayan: Mehmet Bayrak, Öz-Ge Yayınları - 1991
***
Havîn û germa, zivistan û serma, her ro du ro ji Spotifyê ra yazi dikim ku zimanê Kurdî nas bike, qebûl bike û wî jî tiştekî bihesibîne.
Ekîba destekê ya Spotifyê her carê hema bêje bi eynî cewaban dibêje ‘‘Em xema vê meselê dikişînin û em li ser dixebitin.’’, lê tiştek naguhere.
Jiber ku Spotify vî zimanê Kurdî nas nake bazara muzîk û podcastên vî zimanî mezin nabe.
Gava Spotify vî zimanî nas bike wê xususî lîsteyên muzîk û podcastên vî zimanî çêke û wê çend kes ji Kurdî parîyek nan bixwin.
Lazim e muzîsyen û podcasterên zimanê Kurdî dengên xwe ser vê meselê bilind bikin û bi hev ra hereket bikin, lê ne sendîkayeka bi tesîr heye ne jî dîplomasîyeka dewletî, em di vê meselê da jî mane bêxwedî.
Hez nakim zimanê mexdurîyetê, ji gotinên gazincî hez nakim. Loma min got ‘‘Ez kanim çi bikim?’’ û min rabû mesele ji Podnewsê re nivîsî.
Podnews, bi Îngilizî medyayeka ser podcastan e û tenê bultena wê ya e-mailê bi deh hezaran kes teqîb dikin.
Ji Podnewsê James Cridland cewab da. Cridland dibêje min ji nas û dostên xwe yên li Spotifyê pirsî mesele, min got ‘‘Çira hûn Greenlandîya pê 25,000 kes dipeyîve nas dikin, lê Kurdîya bi 29 mîlyon kes pê xeber dide nas nakin..’’
Bi gotina Cridland be, wan nas û dostên wî yên li Spotifyê gotine ku ew ser naskirin û qebûlkirina Kurdî ditirsin ku platforma wan li Sûrîye û Tirkîyê were yasaxkirin û rê li ber wan werin girtin.
Bi cewabdana Cridland şa bûm, lê li ber vê meselê ketim. Bo tarîxê qeyd, ji kelegerman kelegerma havîna 2025an e û Spotifya têrmuzîk û têrpodcast Kurdî nas nake.
Jibo malumatên zêdetir:
Eger eleqeya te ser çêkirina podcastan heye û dikarî bi Îngilîzî bixwînî çavekî li malpera Podnewsê xîne, wê kêrî te were.
***
Şiîrên Umer Barasi dixwînim. Eger van deman yek ji min bipirse, bêje ‘‘Şair kî ye, çi kes e?’’, ezê dîrekt bêjimê ‘‘Umer Barasî ye, wî qey çûye xwe li şikefta şairan veşartiye, nizam çira kes pê nehisiye..’’
Umer Barasi, şairê şor-Zazakî di Dijeyê Pistanan da bi derbên wer şiîr-têda, wer şiîr-têda misra li dû hev rêz kirine ku hez û heyranî têrê nake.
Xwezîya Zazakîya min têrê bikira min li ser vê dîwana Umer Barasi dîwaneka methê binîvîsanda, lê ne ez zanim Kurmancîya min jî kêm dimîne li ber kûrahîya şiîrên wî yên şor-şerqî û şekil-xerbî.
qelbê ma bîyo meyxaneyê esran
ey saqîyê dem û dewran
dekeri heyran dekeri
şerabê xo yê meyxoşî ra dekeri..!
emrê ma bîyo nîşangehê derdan
ey saqîyê axirî zeman
dekeri birayê mi dekeri
şerabê xo yê dermanî ra dekeri..!
eşqê ma bîyo perestgehê gêjan
ey saqîyê roj û şewan
dekeri embazê mi dekeri
şerabê xo yê şîrinî ra dekeri…!
welatê ma bîyo wareyê xeman
ey saqîyê can û canan
dekeri babîyê mi dekeri
şerabê xo yê jehrinî ra dekeri!..!
Jibo malumatên zêdetir
Dijeyê Pistanan - Umer Barasi, Weşanxaneyê Vateyi - 2023