Xêncî Aşiyê Her Tişt û Etîmolojî

Taman , patrome, mutribe, lûl, soring, derzî, parza û vaksîn û çend kelîmeyên din. Xebatkarên medyaya Kurdî di pandemîya vîrusa korona de da ku nebêjin aşi hezar teqle avêtin û li şûna aşi yê çêşîd çêşîd nav gotin. Lê ku medyayê Kurdî çi got jî ji devê milet tim aşi derket û tim aşi li milet ket. Elbet a medya Kurdî refleksa parastina zimên bû li hember zalimîya zimanê Tirkî bêmehne. Bes refleks carna dibe kompleks, meseleyên zil î zelal jî li nêv hev dixin û wan diherimînin û berdidin. Mele Evdirehman Uçaman, ku salên 1990î ser etîmolojîyê xebitîye, bi çavekî gelekî enteresan li aşi yê nihêrîye. Gorey gotina Mele Evdirehman, bi kesên xeyîdî ra danûstandin çênabe heta ku aşt dibin, ew darên fêkîyan nagirin nola wan kesên xeyîdî ne û ew piştî aşîkirinê fêkîyan didin. Di ser vê mantiqê re Mele Evdirehman koka aşi yê dibe aş ê û bang li milet dike ku bi vê perspektîfê li aşi yê binêrin û li wê peyvê xwedî derkevin, pir ecêb pir enteresan. A rast dilê min li vê etîmolojîyê li vê fîlolo...