Otokrîtîk: Îhtîmaleka Din

Eleştiri û özeleştiri, bi gotineka din, krîtîk û otokrîtîk. Ji salên 1970î vir va çi kesê bi sîyaseta Kurdan ra danûstandin kiriye îlem bi şeklekî ew her du peyvên bi Tirkî bihîstine. Her du peyv li hêla Kurdan wer populer wer populer bûne ku Murat Batgiyê serê salên 2000î mîzahşorekî meşhûr bû wan çaxan di nivîseka xwe da gotiye di genên Kurdan de ji sedî 5 özeleştiri ji sedî 95 jî eleştiri bi cîh bûye. Di eslê xwe da va peyva özeleştiri yê bo Tirkan jî kelîmeyeka nû ye. Özeleştiri salên 1960î bi nivîseka Can Yücel ketiye devê milet. Can Yücel, ew şairê bo to be or not to be ya Shakespeare bi Tirkî dibêje îhtîmaleka din jî heye . Omer Faruk Baran Bîblîyografîya vê xelekê wenda ye.