Kayıtlar

Nisan, 2023 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Pez û Pereyên Şêx Seîd - Berî Pîranê

Resim
Serhildana Şêx Seîd bi derketina belgeyên nû ra reng û rûyê xwe çîşkek be jî parçek be jî diguherîne her carê. Ew serhildana sala 1925an li gor hinekan hereketeka paşverû ye, hinek jî wê wek îtirazeka milî dihesibînin; ser vê meselê lihevkirineka tam heta niha jî çênebûye. Lê çi gundî çi xwendî hema bêje ji her sinifê Kurd, Şêx Seîd wek şexsekî zengîn û efendî dibînin. Bavê nivîskar Malmîsanij, ku ew jî bi Şêx Seîd ra rabûye, di roportajekê da ser şêx wanî dibêje ji kurê xwe ra:  ‘’Şêx Seîd Efendî bi xwe li Xinisê bû, pir zengîn bû. Çar pênc kerî pezên wî hebûn. Wî berê li her bajarî merivin dîtibûn, gotibû, herkes li cîhê xwe dest deynin ser hikûmeta xwe, em vê qanûnê qebûl nakin. Şêx dev ji hemû mal û milkên xwe berda, rabû berê xwe da memleketê me, hat.’'  Canip Yıldırım jî, ku ji wan xwendîyên berê yên Diyarbekir e, li ser pirseka Orhan Miroğlu dibêje ‘’Şêx Seîd Efendî ticarekî pir mezin bû, li Erziromê bi hezaran mîhên wî hebûn. Wî, ew dibirin li Îraq û li Sûrîyê difiroti...