Kayıtlar

2024 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Mektûba Guhdar D. û Şimikên Sor

Resim
Wê şevê nîvê şevê ji dûr ve, dengek, mîna vedana birûskekê dengek hat min û bi wî dengî şîyar bûm.  Gava şîyar bûm, ji xew rabûm, nizanim ji çi bû, min hema hîs kir ku wê tiştekî xerab biqewime.  Hîs bi min re, tirsek ket orta dilê min, ew dilê min î bextreş î berê çend caran şikestî.  Hîn ez di tirs û tatêlê de me, ne di xewa kûr de me ne xulmaş im, ez kut û ketim û realîteya min jî gurm û daket, hat ber min. Realîteyeka li rûyê dinyayê. Min ew berê nedîtibû, çimkî wext tunebû ku ez wê realîteyê bibînim, çimkî xewa kûr û xulmaşbûn ne ti wext bûn berê.  A min kabûs bû, tirs bû yan dilê min bû lê dida? Giştik bi hev re bûn sankî. Jibo ez neşewitim, rev lazim bû ku min xwe avêt derve. Qirîneka wer berz û bilind ji qirika min derket ku pê re deng ji birûska dûr hat birîn. Ba bû, bi guveguv bû, ew jî sekinî.  Lê wek ku ez bi ba, baran û birûskê şil dibûm. Min li xwe nihêrî, qey ez bi hêsirên xwe şil bûbûm, qey ez ji tirsa xwe.  Çavên min li derve li şimikên sor...

Mektûba Guhdar Î. Berî Ew Bigirî

Resim
Merheba, Ez Guhdar Î. Li bajarokekî biçûk î çar hêlên wê bi çîyayan girtî bi dê û bavê xwe re, bi xwişkeka xwe re dimînim. Wer bi vî awayî gotin rind e, xweş e, lê çend caran min qirar da ku ez vir terk bikim, ema nebû.  A rast ez çûm jî, lê min karekî daîmî nedî, min dîsa paşîya stûyê xwe kola û ez vegerîyam bajarokê xwe. Meseleyên pûl û pereyan, derdên ekonomîk tengezarîyê çêdikin, desttengî nahêle ku tu serbest hereket bikî. Niha li vî bajarokî, elbet ez naxwazim navê wî eşkere bikim, li lîseyekê mamostetîyê dikim. Bi Tirkî dibêjin ‘’ücretli öğretmenlik’’, bi zimanê ku miletê me fehm dike, mielimîya bêkadro yanî. Nakevim dersên branşa xwe bi gotineka din. Ez dibêjim ku ez him xwe him jî zarokan dixapînim bi vê mamostetîya xwe. Ji kesî re nabêjim, ji xwe re dibêjim. Ez û mala me, ser vekirina serê min, me çend caran şer kir. Min dixwest serê xwe vekim û min hêdî hêdî vedikir jî lê devê xelkê nayê girtin, digotin ‘’lêhêê qîza xwe şandin xwendinê, serbest hiştin, wê jî xwe serqot k...

Mektûba Guhdar B. û Çend Paket Hêsir

Resim
Kalikê min î rehmetî ji izet û îkramê pir hez dikir. Her ro, li pêş mala xwe ya li ber rê, li ser kursîyeka plastîk î sipî rûdinişt û kî diçû dihat, digote wan ‘’werin mala werin, hele werin rûnin, werin rûnin tiştekî xwe vexwin, tiştekî xwe bixwin..’’  Qey ya me jî li ser edeta wê izet û îkrama kalikê min î rehmetî ye, pêgera mala me ya di orta gund de tim heye, mêvan tim tên darin.  Min go gund, gund havînê şên e, zivistanê li ser hev kî 5 mal hene ya tunene, dîsa li ser hev kî, em li gund 10 kes dimînin ya namînin. Zati ji wan malan yek mala pîrika min e, yek mala me ye ku ez, bavê min û dîya min lê disitirin.  Wê roya hanê çavên min pir diêşîyan. Min xwe şidand, hilmala, ez rabûm çûm xestexanê. Doktor ku li çavên min nihêrî got ‘’Te pir hêsir barandine herhal, tu pir girîyayî’’ Ku doktor werga got, wer kenekî da ser min ku bêhemdî min, ku ez bikenîyama wê ji çavên min ji kenî hêsir bihatana.  Hîn berî ez cewabê bidim doktor, wê li reçetê çend paket hêsir niv...