Kayıtlar

Ağustos, 2024 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Mektûba Guhdar B. û Çend Paket Hêsir

Resim
Kalikê min î rehmetî ji izet û îkramê pir hez dikir. Her ro, li pêş mala xwe ya li ber rê, li ser kursîyeka plastîk î sipî rûdinişt û kî diçû dihat, digote wan ‘’werin mala werin, hele werin rûnin, werin rûnin tiştekî xwe vexwin, tiştekî xwe bixwin..’’  Qey ya me jî li ser edeta wê izet û îkrama kalikê min î rehmetî ye, pêgera mala me ya di orta gund de tim heye, mêvan tim tên darin.  Min go gund, gund havînê şên e, zivistanê li ser hev kî 5 mal hene ya tunene, dîsa li ser hev kî, em li gund 10 kes dimînin ya namînin. Zati ji wan malan yek mala pîrika min e, yek mala me ye ku ez, bavê min û dîya min lê disitirin.  Wê roya hanê çavên min pir diêşîyan. Min xwe şidand, hilmala, ez rabûm çûm xestexanê. Doktor ku li çavên min nihêrî got ‘’Te pir hêsir barandine herhal, tu pir girîyayî’’ Ku doktor werga got, wer kenekî da ser min ku bêhemdî min, ku ez bikenîyama wê ji çavên min ji kenî hêsir bihatana.  Hîn berî ez cewabê bidim doktor, wê li reçetê çend paket hêsir niv...