Kayıtlar

Ekim, 2024 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Mektûba Guhdar Î. Berî Ew Bigirî

Resim
Merheba, Ez Guhdar Î. Li bajarokekî biçûk î çar hêlên wê bi çîyayan girtî bi dê û bavê xwe re, bi xwişkeka xwe re dimînim. Wer bi vî awayî gotin rind e, xweş e, lê çend caran min qirar da ku ez vir terk bikim, ema nebû.  A rast ez çûm jî, lê min karekî daîmî nedî, min dîsa paşîya stûyê xwe kola û ez vegerîyam bajarokê xwe. Meseleyên pûl û pereyan, derdên ekonomîk tengezarîyê çêdikin, desttengî nahêle ku tu serbest hereket bikî. Niha li vî bajarokî, elbet ez naxwazim navê wî eşkere bikim, li lîseyekê mamostetîyê dikim. Bi Tirkî dibêjin ‘’ücretli öğretmenlik’’, bi zimanê ku miletê me fehm dike, mielimîya bêkadro yanî. Nakevim dersên branşa xwe bi gotineka din. Ez dibêjim ku ez him xwe him jî zarokan dixapînim bi vê mamostetîya xwe. Ji kesî re nabêjim, ji xwe re dibêjim. Ez û mala me, ser vekirina serê min, me çend caran şer kir. Min dixwest serê xwe vekim û min hêdî hêdî vedikir jî lê devê xelkê nayê girtin, digotin ‘’lêhêê qîza xwe şandin xwendinê, serbest hiştin, wê jî xwe serqot k...