Mektûba Guhdar D. û Taktîk û Toksîk

Merheba! Ez Guhdar D., ew bû deh sal in doktorîyê dikim û nêzî du salan in hema bêje li onkolojîyê dixebitim. Jibo doktorîya min, salên min yên borî tiştekî din in û salên min yên li onkolojîyê tiştekî din. Ser salên li onkolojîyê bêjim: Berî her tiştî, gava nexweş dikevin polîklînîkê, jiber nexweşîya nav-nexweş elbet, ez dixwazim dilên wan aş bikim. Jiber ku dema ez zarok bûm bavê min ez bi Kurmancî, bi kilaman aş dikirim, zimanê min jî, yê aşkirinê Kurmancî ye. Ku ez xaltîyên dolbendsipî, xaloyên bi şal û şapik, jinên di orta zivistanê de bi gore û şimik, yan jî xortên nola qirixên Diyarbekir dimeşin û ji min re nabêjin ‘’doktor xanim’’ lê dibêjin ‘’ablaam’’ dibînim, bi Kurmancîya min û ya wan xeber didim. A rast, nexweş gava zimanê xwe dibihîsin, di destpêkê de aş nabin, şok dibin. Tedawîya kanserê li dera han, li bajarê mezin, li xestexaneya mest î mezin doktoreka ojelî û bi Kurmancî meseleyeka din çêdike: Dilên me bi hevdu re nerm dibin. Nexweş li hêlekê, doktor li hêlekê ger...