Kayıtlar

Şubat, 2025 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Mektûba Guhdar D: Min Bibe Xarpêt

Resim
Qedehek şeraba din vedixwe dîya min, dest bi girîyê dike, digirî û di ber hêsirên xwe re dewam dike hêdî hêdî: ''Bavê min ji camîyê dernediket meha Remezanê. Ez biçûka malê kûçika malê bûm, sahûr û fitarên ku xwişkên min hazir dikirin, min dibirin, min dibirin di paceyên camîyê re didan bavê xwe. Min tenê destên wî didîtin, destên sipî bûn, destên narîn bûn. Xwarin ji destên min digirt, digot ‘’Eferim qîza min, sax bî, Xwedê ji te razî be’’ û pace digirt. Dawîya meha Remezanê, serê sibê li camîyê nimêja eîdê dikir û dihat malê.’’ Sakîn e, hinekî sakîn dikim dîya xwe, dixwazim hêsirên wê kêm bibin, dixwazim negirî û bêje; digirî û dibêje: ‘’Gava bavê min dihat malê her daîm ew û dîya min pev diçûn. Çi gava dengên wan bilind dibûn, dîya min jê re digot ‘’Miskow’’.. ‘’Miskow? Miskow çi ye?’’ dipirsim ji dîya xwe. ‘’Min jî pir meraq dikir, min digot qey jibo Misilmanên baş dibêjin Miskow. Çi digot min, min, min behsa çi dikir? Ecêb bû, di eîdan de ehbab û eqrabeyên herkesî hebûn, l...