Mektûba Kader Küçükçayır: Barek Sitirî

12ê Hezîranê 2015, Hekarî Teyara min dikê gaveke din ji Yuksekova rabe, ji destên Zapê bifilite, ji Gelîyê Geverokê, Cêlo, serê Çiyayê Reşko û Çiyayê Simbil xatir bixwaze û piştî du saet û nîvan li İstanbul dakeve. Ji Kabataş İskelesiyê heta Mudanya jî dikê dora du saetan bajo. Bi min ra sebr û semax nemaye. Îşte min saleka xwe wanî li Hekarî derbaz kir û kar û xwendekarên xwe, bi heyecan li vî bajarî hemêz kirin. Berî çend mehan ez bi tirs û xofeka mezin hatibûm vir, min digo wê qurşînek di min da biteqe û dilê min jî bişkê, lê wer nebû. Di bawilê min da hinek titûnê qaçax, hinek şekirê qendê heye; di 23 salîya xwe da, îro, dibînim ku ez, bi zimanekî din difikirim, kenê min bi min tê. Min li vir maleka çûk girt, tek pencereyeka wê heye û ew jî li Cengiz Topel Caddesi ya meşhûr dinêre. Her hefte, tewr kêm carekê çavê min heyirî devê min vekirî li vê cadeyê dinêrim. Hele ku ceyran jî qut bibe, bo wê royê karê tewr cazîb ew e. Li zarokên jiber tanqên TOMA yê direvin dinê...