Mektûba Kader Küçükçayır: Barek Sitirî

12ê Hezîranê 2015, Hekarî

Teyara min dikê gaveke din ji Yuksekova rabe, ji destên Zapê bifilite, ji Gelîyê Geverokê, Cêlo, serê Çiyayê Reşko û Çiyayê Simbil xatir bixwaze û piştî du saet û nîvan li İstanbul dakeve. Ji Kabataş İskelesiyê heta Mudanya jî dikê dora du saetan bajo. Bi min ra sebr û semax nemaye.

Îşte min saleka xwe wanî li Hekarî derbaz kir û kar û xwendekarên xwe, bi heyecan li vî bajarî hemêz kirin. Berî çend mehan ez bi tirs û xofeka mezin hatibûm vir, min digo wê qurşînek di min da biteqe û dilê min jî bişkê, lê wer nebû. Di bawilê min da hinek titûnê qaçax, hinek şekirê qendê heye; di 23 salîya xwe da, îro, dibînim ku ez, bi zimanekî din difikirim, kenê min bi min tê.

Min li vir maleka çûk girt, tek pencereyeka wê heye û ew jî li Cengiz Topel Caddesi ya meşhûr dinêre. Her hefte, tewr kêm carekê çavê min heyirî devê min vekirî li vê cadeyê dinêrim. Hele ku ceyran jî qut bibe, bo wê royê karê tewr cazîb ew e. Li zarokên jiber tanqên TOMAyê direvin dinêrim û li ber xwe didim ku xwendekarên xwe nas bikim. 


Leymûnekê di xwêyê didim dixwim, cîranên min bi dendikan sêr dikin. Guregura li derva ti carî nahêle ku tu tiştekî bixwînî û guh bidî ser tiştekî. Cîrana min a kêlekê, Çilem Hoca, betanîyên rengûreng çêkirin. Dilê min pê ma, min xwe dî nedî ez tiştên wer nizanim.


Li mal tim av û maqarnaya min heye. Ecêb e, lê carna bo nan û ava vexwarinê însan mecbûr dimîne ku ziqaq sakîn bibin û dûre dikan vebin. Maazallah carna meriv li derva jî bi rewşên wanî ra rûbirû dimîne. Wê çaxê ewrên bîber gaziyê can û cîgerê merîyan dişewitînin, gerek meri nefesê hindik bide bistîne û bi qasî kane bireve, xwe biavêje cîyekî. Gerek serî xwe qorî bikî ji keviran, ji kapsulên gazê, ji copan. Gava te ji nişka va êşek hîs kir gerek tu nebêjî ''aha qurşîn li min ket'' û xwe navêjî erdê û nekî qarewar, muhtemelen plastîk mermî ye, bira kes bi te nekene.

Tabî ez van tiştan gî û gişkî vê salê elimîm. Carna dilê min bi çûçikan dişewitî, ez ji mewsiman jî xeyîdîm. Meşa li ser berfa ku zivistanê timûtim li erdê bû, karekî zehmet bûye mesela, ez tim kut û ketim û elîmîm. Heta bê carekê çi hat ber devê min, min got. Paşê min gotî edebên heyatê hene qîza minê, gerek tu edebê bielimî. Edeb û erkana heyata li vir, di dawîyê da gava min li ser rê çemên xwînê dîtin, elimîm. Elimîna navên xwendekarên min jî pir zor bû. Carna min ji Lezgîn re got MezgitMizgînê re jî xêncî zilxitê min her tişt got.


Rokê ez nizanim bi çi aqilî li ser kursîyê rûniştime şiîrên Fuzuli dixwînim, Lezgîn serê xwe ji sirê rakir û got ‘’Hocam, bu ders karpuz oldu.’’ Wê roya min fehm kir ku xwendekarê min dixwaze bêje ‘‘ders bû kabûs’’ lê dibêje karpuz, min temamê xwendekarên xwe derxistin derva û me tev govendek gerand. 

Îşte, xwendekarê min Mehdî ji wê govendê kişiya û ew di Newrozê de ne li ba me bû, wê royê hilkişiya çiya. Hema li dû wî Welat, dûra Nêçîrvan, dûra Bawer, dûra Şîrvan. Gî çûn. Carna ez dixwazim bi taqeta xwe ya dawî navên wan tam rast bêjim û bane wan bikim. Wana gîyan, çito ku bêrîya barışê, bêrîya aştîyê dikim, bêrîya wan jî dikim.

Îsal dema ez bo gerê çûm Şemdînlîyê, ez çûm Baglarê jî ku navê wî gundî bo şênîyê vir Nehrî ye. Çûm qesrên Kelat û Kayme. Hildikişiyam girê tirbên Seyyid Taha û apê wî Seyîd Abdullah ku zarokên xas dilîstîn bala min kişand, di ber ra riwêsên di destên xwe da dimijandin. Ber bi wan çûm û min xwest bi Kurmancîya xwa ya ku ez pê wêrim bi tenê bi zarokan re şorê bikim, xeber bidim. 


Wan dema fehm kirin ez mielim im, ez hema birim mekteba nêzî me. Di mektebê da sinifeka tenê hebû. Li bêxçe li dara tûyê girêdayî, du hespên zehîf hebûn. Me dûr û dirêj xeber da, me behsa hespan û lîstikên zarokan kir. 


Komek xwendekarên Nehrî, wê royê min çiqas bîlmeceyên bi Tirkî - ew pirsên zaroyan - ji wan pirsî gî zanibûn. Bîlmeceya ku wan ji min pirsî, paşê tim huznek avêt hindurê min: Apê min tê ji deştê, barek strî li piştê.. Min fehm nekir. Nîv û nîvçe çerxe Tirkî kirin. Gotin ‘’Dağdan amcamız geliyor, sırtındaki yükler dikendir hoca.’’ Xofek ket hindurê min. Min serê xwe rakir li çîya nihêrî, qaf û aqilê min sekinî wê gavê. Min nizanibû. 

Rê hîn dirêj dibûn û sankî her ku diçû dûr diketim ji her tiştî. Diketim, ber bi cîhekî kûr, hîn kûr. Tîqetîq bi zarokên li ber min ketibû, têr dikenîyan. Min nizanibû, hindik mabû ez bigirîyama. Erê, min digot ez or or têr bigirîm. Min fedî dikir. Gotin ''kirpi ye hoca, kirpi,jiwjî.'' Dengên wan diketin nêv hevdu û dibû guregurek mezin di guhên min de. Min xwest ez bibişirim, min got jûjî û sekînîm. Metafora Schopenhauer hat bîra min, ewa ser jujîyan, gava em bixwazin bi hev ra xwe germ bikin canê me dişewite, gava em ji hev dûr dikevin em dicemidin. Mesafeyeke mutedîl eceb hîn çiqas dûr e?

Anonsên teyarê banî me dikin. Şora min ew e, min saleka çetin derbaz kir û çiqas tirkî û şerqîyên ser çiyê hene min vekir jinûve guh da ser. Qest ji çiyê va dera bûye, ji zorê qest xerîbî bûye. Xurbet aha va dera, sila îşte ew dera bûye.


Niha dixwazim destê bavê xwe bigirim, wê tirkîya ku em jê hez dikin di ber xwe da bêjim û temamê Bursa gav bi gav bimeşim. ‘’Yüce dağ başından indireedim, yönünü yönüme döndüremedim, bir güzelin aklını kandıramadım, dividim kalemim yazarım, böyle bir yavrunun derdi var bende, yar bende, oy bende.’'


Kader Küçükçayır


Vê mektubê di Pêşbazîya Nameyan ya Aziz Nesin da xelat wergirtiye. Mektûb bi destê edîtorê Perxudres Podcastê Omer Faruk Baran bi mudaxaleyên biçûk hatiye tercûmekirin.


Omer Faruk Baran dibêje ''Min va mektûba bi Tirkî  hîn pir berî Perxudres Podcast destpê bike di Kovara Sözcüklerê da dîbû û dema min dest bi podcastê kiribû ez rûniştibûm min wergerandibû. Di mektûbê da mielimeka Tirk a li Hekarîyê heye. Jibo çend kelîmeyên ser kultûra Hekarîyê min ji muzîsyen Serdar Canan destek xwestibû û wî jî bi camêrîya xwe cewab dabûn pirsên min, careka din spasîya wî dikim.''

PIRR TÊNE XWENDIN

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe

Bi Halên Tercûmekirinê Hewalên Şiîrekê

Mektûba Guhdar D. û Rêya Xewê