Sanîyeyên Saatçi Celal û Heyata Bêsîgorta

25ê Hezîranê 2025: Îro bi royekê saleka din qut dikim ji heyata xwe, saleka din mezin dibim. Bi vê qutkirinê û bi vê mezinbûnê ra nola ku nû ferq dikim saeta di destê xwe da; saeta min ji sehafekî kirîbû. Çend deqeyan carê li saetê dinêrim, lê dinêrim û kûr-kûr difikirim: Ji xwe re dibêjim wexta ez î zar bûm zeman zûbizû derbaz nedibû, lê va çito ro bûn hefte, hefte bûn meh, meh bûn mewsim û mewsim bûn sal û qulibîn û va çito heyat û hikayet derbaz bûn û çûn; çûn û çend xatira tenê jê man, eynî nola wê strana Teoman. Dîsa vedigerim li saeta di destê xwe da dinêrim, saeta di saetê da, deqîqeya di saetê da û sanîyeya di saetê da. Hema qirareka xwe didim û di germê da, vê germa Diyarbekir disincirîne, radibim ji Ofîsê berê xwe didim Sûrê. Çerx dibim, doş dibim, dimeşim, darim dikevim dikana Saatçi Celal. Merhebayeka efendî li Saatçi Celal didim, saeta xwe sivik û çapik ji destê xwe derdixim û bi dengekî hinekî fedî dike bêmehne, dibêjim: ''Iiii, saeta min, vê saetê, ez dixwazim ...