Sanîyeyên Saatçi Celal û Heyata Bêsîgorta
25ê Hezîranê 2025: Îro bi royekê saleka din qut dikim ji heyata xwe, saleka din mezin dibim.
Bi vê qutkirinê û bi vê mezinbûnê ra nola ku nû ferq dikim saeta di destê xwe da; saeta min ji sehafekî kirîbû.
Çend deqeyan carê li saetê dinêrim, lê dinêrim û kûr-kûr difikirim: Ji xwe re dibêjim wexta ez î zar bûm zeman zûbizû derbaz nedibû, lê va çito ro bûn hefte, hefte bûn meh, meh bûn mewsim û mewsim bûn sal û qulibîn û va çito heyat û hikayet derbaz bûn û çûn; çûn û çend xatira tenê jê man, eynî nola wê strana Teoman.
Dîsa vedigerim li saeta di destê xwe da dinêrim, saeta di saetê da, deqîqeya di saetê da û sanîyeya di saetê da.
Hema qirareka xwe didim û di germê da, vê germa Diyarbekir disincirîne, radibim ji Ofîsê berê xwe didim Sûrê.
Çerx dibim, doş dibim, dimeşim, darim dikevim dikana Saatçi Celal. Merhebayeka efendî li Saatçi Celal didim, saeta xwe sivik û çapik ji destê xwe derdixim û bi dengekî hinekî fedî dike bêmehne, dibêjim: ''Iiii, saeta min, vê saetê, ez dixwazim saet û deqîqe têda tune be, tenê sanîye bira hebe..''Osteyê di ser îş û karê xwe ra saet bi saet sal li dû xwe hiştine çavekî li saetê dixîne û hema ‘’temam’’ dibêje berê, dûra heqê çêkirinê dibêje.
Ez jî qebûl dikim, seba tenê bi sanîye be saeta min ew çi bêje qebûl dikim zati: Dibêjim ‘’temam’’ û Saetçi Celal dest bi çêkirina saeta min ya tenê bi sanîye dike.
Çoçikên hesinî yên saet û deqîqeyan, bi Tirkî akrep û yelkovan, ji saetê derdixe, dixe kîsekî biçûk, sanîyeya saetê kontrol dike û dibêje ‘’Temam e, eger, eger tu poşman bibî, dûra, tuyê van dîsa bi saeta xwe xînî..’’
Saeta xwe ya bi tenê sanîye dikim destê xwe, kîsikê radikim, heqê Saatçi Celal didimê, teşekur dikim û derdikevim ji wê dikan-mekana çûk, mîstîk û mekanîk.
Li saeta di destê xwe da dinêrim, ne poşman im, sanîyeyên siwar û her di hereketê de kêfekê didin min, ne poşman im, dikenim, ne poşman im.
Saleka nû ye di heyata min da, îşekî min î sabît tûne, mal û dûzeneka min tune, debara min tune, bê sermîyan û bê sîgorta me.
Bes sax im û saet di destê min da, bê saet û bê deqîqe, sanîye bi sanîye li heyatê me, li pey vê hikayetê me.
Kultûr, sanat û edebîyat; şa û şên im, kêfweş im, min hene ser wan çend malûmat; hem ma ka, ma ka kê çi bi xwe re bir tirbê malmîrat, ne poşman im.
Omer Faruk Baran