Kayıtlar

Mektûba Guhdar D. û Taktîk û Toksîk

Resim
Merheba! Ez Guhdar D., ew bû deh sal in doktorîyê dikim û nêzî du salan in hema bêje li onkolojîyê dixebitim. Jibo doktorîya min, salên min yên borî tiştekî din in û salên min yên li onkolojîyê tiştekî din.  Ser salên li onkolojîyê bêjim: Berî her tiştî, gava nexweş dikevin polîklînîkê, jiber nexweşîya nav-nexweş elbet, ez dixwazim dilên wan aş bikim. Jiber ku dema ez zarok bûm bavê min ez bi Kurmancî, bi kilaman aş dikirim, zimanê min jî, yê aşkirinê Kurmancî ye. Ku ez xaltîyên dolbendsipî, xaloyên bi şal û şapik, jinên di orta zivistanê de bi gore û şimik, yan jî xortên nola qirixên Diyarbekir dimeşin û ji min re nabêjin ‘’doktor xanim’’ lê dibêjin ‘’ablaam’’ dibînim, bi Kurmancîya min û ya wan xeber didim. A rast, nexweş gava zimanê xwe dibihîsin, di destpêkê de aş nabin, şok dibin. Tedawîya kanserê li dera han, li bajarê mezin, li xestexaneya mest î mezin doktoreka ojelî û bi Kurmancî meseleyeka din çêdike: Dilên me bi hevdu re nerm dibin. Nexweş li hêlekê, doktor li hêlekê ger...

Mektûba Guhdar D. û Şimikên Sor

Resim
Wê şevê nîvê şevê ji dûr ve, dengek, mîna vedana birûskekê dengek hat min û bi wî dengî şîyar bûm.  Gava şîyar bûm, ji xew rabûm, nizanim ji çi bû, min hema hîs kir ku wê tiştekî xerab biqewime.  Hîs bi min re, tirsek ket orta dilê min, ew dilê min î bextreş î berê çend caran şikestî.  Hîn ez di tirs û tatêlê de me, ne di xewa kûr de me ne xulmaş im, ez kut û ketim û realîteya min jî gurm û daket, hat ber min. Realîteyeka li rûyê dinyayê. Min ew berê nedîtibû, çimkî wext tunebû ku ez wê realîteyê bibînim, çimkî xewa kûr û xulmaşbûn ne ti wext bûn berê.  A min kabûs bû, tirs bû yan dilê min bû lê dida? Giştik bi hev re bûn sankî. Jibo ez neşewitim, rev lazim bû ku min xwe avêt derve. Qirîneka wer berz û bilind ji qirika min derket ku pê re deng ji birûska dûr hat birîn. Ba bû, bi guveguv bû, ew jî sekinî.  Lê wek ku ez bi ba, baran û birûskê şil dibûm. Min li xwe nihêrî, qey ez bi hêsirên xwe şil bûbûm, qey ez ji tirsa xwe.  Çavên min li derve li şimikên sor...

Mektûba Guhdar Î. Berî Ew Bigirî

Resim
Merheba, Ez Guhdar Î. Li bajarokekî biçûk î çar hêlên wê bi çîyayan girtî bi dê û bavê xwe re, bi xwişkeka xwe re dimînim. Wer bi vî awayî gotin rind e, xweş e, lê çend caran min qirar da ku ez vir terk bikim, ema nebû.  A rast ez çûm jî, lê min karekî daîmî nedî, min dîsa paşîya stûyê xwe kola û ez vegerîyam bajarokê xwe. Meseleyên pûl û pereyan, derdên ekonomîk tengezarîyê çêdikin, desttengî nahêle ku tu serbest hereket bikî. Niha li vî bajarokî, elbet ez naxwazim navê wî eşkere bikim, li lîseyekê mamostetîyê dikim. Bi Tirkî dibêjin ‘’ücretli öğretmenlik’’, bi zimanê ku miletê me fehm dike, mielimîya bêkadro yanî. Nakevim dersên branşa xwe bi gotineka din. Ez dibêjim ku ez him xwe him jî zarokan dixapînim bi vê mamostetîya xwe. Ji kesî re nabêjim, ji xwe re dibêjim. Ez û mala me, ser vekirina serê min, me çend caran şer kir. Min dixwest serê xwe vekim û min hêdî hêdî vedikir jî lê devê xelkê nayê girtin, digotin ‘’lêhêê qîza xwe şandin xwendinê, serbest hiştin, wê jî xwe serqot k...

Mektûba Guhdar B. û Çend Paket Hêsir

Resim
Kalikê min î rehmetî ji izet û îkramê pir hez dikir. Her ro, li pêş mala xwe ya li ber rê, li ser kursîyeka plastîk î sipî rûdinişt û kî diçû dihat, digote wan ‘’werin mala werin, hele werin rûnin, werin rûnin tiştekî xwe vexwin, tiştekî xwe bixwin..’’  Qey ya me jî li ser edeta wê izet û îkrama kalikê min î rehmetî ye, pêgera mala me ya di orta gund de tim heye, mêvan tim tên darin.  Min go gund, gund havînê şên e, zivistanê li ser hev kî 5 mal hene ya tunene, dîsa li ser hev kî, em li gund 10 kes dimînin ya namînin. Zati ji wan malan yek mala pîrika min e, yek mala me ye ku ez, bavê min û dîya min lê disitirin.  Wê roya hanê çavên min pir diêşîyan. Min xwe şidand, hilmala, ez rabûm çûm xestexanê. Doktor ku li çavên min nihêrî got ‘’Te pir hêsir barandine herhal, tu pir girîyayî’’ Ku doktor werga got, wer kenekî da ser min ku bêhemdî min, ku ez bikenîyama wê ji çavên min ji kenî hêsir bihatana.  Hîn berî ez cewabê bidim doktor, wê li reçetê çend paket hêsir niv...

Xêncî Aşiyê Her Tişt û Etîmolojî

Resim
Taman , patrome, mutribe, lûl, soring, derzî, parza û vaksîn û çend kelîmeyên din. Xebatkarên medyaya Kurdî di pandemîya vîrusa korona de da ku nebêjin aşi hezar teqle avêtin û li şûna aşi yê çêşîd çêşîd nav gotin. Lê ku medyayê Kurdî çi got jî ji devê milet tim aşi derket û tim aşi li milet ket. Elbet a medya Kurdî refleksa parastina zimên bû li hember zalimîya zimanê Tirkî bêmehne. Bes refleks carna dibe kompleks, meseleyên zil î zelal jî li nêv hev dixin û wan diherimînin û berdidin. Mele Evdirehman Uçaman, ku salên 1990î ser etîmolojîyê xebitîye, bi çavekî gelekî enteresan li aşi yê nihêrîye. Gorey gotina Mele Evdirehman, bi kesên xeyîdî ra danûstandin çênabe heta ku aşt dibin, ew darên fêkîyan nagirin nola wan kesên xeyîdî ne û ew piştî aşîkirinê fêkîyan didin. Di ser vê mantiqê re Mele Evdirehman koka aşi yê dibe aş ê û bang li milet dike ku bi vê perspektîfê li aşi yê binêrin û li wê peyvê xwedî derkevin, pir ecêb pir enteresan. A rast dilê min li vê etîmolojîyê li vê fîlolo...

Pez û Pereyên Şêx Seîd - Berî Pîranê

Resim
Serhildana Şêx Seîd bi derketina belgeyên nû ra reng û rûyê xwe çîşkek be jî parçek be jî diguherîne her carê. Ew serhildana sala 1925an li gor hinekan hereketeka paşverû ye, hinek jî wê wek îtirazeka milî dihesibînin; ser vê meselê lihevkirineka tam heta niha jî çênebûye. Lê çi gundî çi xwendî hema bêje ji her sinifê Kurd, Şêx Seîd wek şexsekî zengîn û efendî dibînin. Bavê nivîskar Malmîsanij, ku ew jî bi Şêx Seîd ra rabûye, di roportajekê da ser şêx wanî dibêje ji kurê xwe ra:  ‘’Şêx Seîd Efendî bi xwe li Xinisê bû, pir zengîn bû. Çar pênc kerî pezên wî hebûn. Wî berê li her bajarî merivin dîtibûn, gotibû, herkes li cîhê xwe dest deynin ser hikûmeta xwe, em vê qanûnê qebûl nakin. Şêx dev ji hemû mal û milkên xwe berda, rabû berê xwe da memleketê me, hat.’'  Canip Yıldırım jî, ku ji wan xwendîyên berê yên Diyarbekir e, li ser pirseka Orhan Miroğlu dibêje ‘’Şêx Seîd Efendî ticarekî pir mezin bû, li Erziromê bi hezaran mîhên wî hebûn. Wî, ew dibirin li Îraq û li Sûrîyê difiroti...

Otokrîtîk: Îhtîmaleka Din

Resim
Eleştiri  û  özeleştiri,  bi gotineka din,  krîtîk  û  otokrîtîk.  Ji salên 1970î vir va çi kesê bi sîyaseta Kurdan ra danûstandin kiriye îlem bi şeklekî ew her du peyvên bi Tirkî bihîstine. Her du peyv li hêla Kurdan wer populer wer populer bûne ku Murat Batgiyê serê salên 2000î mîzahşorekî meşhûr bû wan çaxan di nivîseka xwe da gotiye di genên Kurdan de ji sedî 5  özeleştiri  ji sedî 95 jî  eleştiri  bi cîh bûye.  Di eslê xwe da va peyva  özeleştiri yê bo Tirkan jî kelîmeyeka nû ye.  Özeleştiri  salên 1960î bi nivîseka Can Yücel ketiye devê milet.  Can Yücel, ew şairê bo  to be or not to be  ya Shakespeare bi Tirkî dibêje  îhtîmaleka din jî heye . Omer Faruk Baran Bîblîyografîya vê xelekê wenda ye.

Qaçaxçîyên Kovara Hawarê

Resim
Kovara Hawarê ya li Sûrîyê sala 1932yan derketiye û doma wê heta 1943yan çûye, him li binxetê him li serxetê tesîr çêkiriye û êdî ser wê mît û rîwayatên têra xwe ecêb hene. Tê zanîn ku belavkarê Kovara Hawarê Ehmed Kurdî ye û wî ew kovar ji hêla Sûrîyê bi qaçaxî derbazî hêla Tirkîyê kiriye. Li gor gotina Ehmed Kurdî, kovar bi destê Musa Anter jî ji herêma Mêrdînê derbazî Stenbolê bûye. Yusuf Serhad Bucak, kurê Kürt Hakim Faik Bucak, di kitaba ser heyata bavê xwe da navê qaçaxçîyekî din jî dide, ji Paluyê Mustafa Tekiner. Bi gotina Yusuf Serhad Bucak be, Mustafa Tekiner, Kovara Hawarê bi xwe re ji Sûrîyê dianîne herêma Riha û Faik Bucak yê li Stenbolê hiqûq dixwendiye jî kovar bi xwe re dibirine wî bajarî. Tarık Ziya Ekinci, ku wî jî li Stenbolê tip dixwendiye, di roportajeka ser wan salan da dibêje ‘’Hawar bi dizî dihat Stenbolê’’ û bi peyvên serbilind dibêje ‘’Jiber ku di xwendinê de Kurdîya min ji ya hevalên min çêtir bû, min hinek nivîs werdigerandin Tirkî jî.’’ Omer Faruk Baran Bîb...

Bi Xeta Trênê Ziman

Resim
Bo sedsala 19an şoreşa mezin xeta trênê ye. Wan çaxan mesafeyeka ku bi erebeya posteyê 24 saet bûye bi xeta trênê daketiye 6 saetan û vê yekê li ba şair û nivîskaran jî heyecaneka mezin çêkiriye   Şairê Alman Heinrich Heine sala 1843an li Parisê gotiye ‘’Sankî dar û dehl û çem û çîyayên hemî welatan ber bi Parîsê ve dikişin, tên’’  Dîsa wan salan Victor Hugo jî gotiye ku ‘’Bi xeta trênê wê kultûr hevdu nas bikin û wê Fransizî jî bibe zimanê temamê dinê.’’  Ji sedsala 20an vir va Îngilîzî zora Fransizî dibe û bi saya înternetê vê sedsala 21ê digihîne her quncikî.  Lê hîn pir berî înternetê jî zimanê Îngilizên katib û kolonyalîst li dinê zû bela dibû.  Zimanzan dibêjin Îngiliz dema 1788an çûn Australîa li wir û li derdora wî welatî 260 zimanên ji hev cihê hebûne.  Ji wê çaxê vir ve 100 ziman wenda bûne çûne, 100 ziman niha li ber sikratê ne û zarokên yêrlîyên Australîyan van salan li mekteban bi qasî 20 zimanan dersan distînin.  Omer Faruk Baran Bîblîyog...

Hele Yar Zalım Yara Arjen Arî

Resim
  ... di bin serê te de balgih e zendeke min yê din li te pêçayî, koremar li keviyên Dîjle stirana ‘hele yar’! xweş-hest im Bihar, sermest im Bihar! tu Bihar, dor bihar û ez bi har ... Arjen Arî Edîtorê Perxudres Podcastê Omer Faruk Baran di vê şiîrê da li gor rîtma xwe ya xwendinê ''zalim yar'' li misraya sisêyan û ''û'' li li misraya pêncan zêde kiriye. Qeyda Cotmeha 2022yan ya tevî dengê Celal Güzelses yê ‘‘Hele Yar’’ê distrê jiber meseleyên telîfê Hezîrana 2025an jinûve hatiye hazirkirin û muzîk jê hatiye derxistin.