Kayıtlar

2022 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Qaçaxçîyên Kovara Hawarê

Resim
Kovara Hawarê ya li Sûrîyê sala 1932yan derketiye û doma wê heta 1943yan çûye, him li binxetê him li serxetê tesîr çêkiriye û êdî ser wê mît û rîwayatên têra xwe ecêb hene. Tê zanîn ku belavkarê Kovara Hawarê Ehmed Kurdî ye û wî ew kovar ji hêla Sûrîyê bi qaçaxî derbazî hêla Tirkîyê kiriye. Li gor gotina Ehmed Kurdî, kovar bi destê Musa Anter jî ji herêma Mêrdînê derbazî Stenbolê bûye. Yusuf Serhad Bucak, kurê Kürt Hakim Faik Bucak, di kitaba ser heyata bavê xwe da navê qaçaxçîyekî din jî dide, ji Paluyê Mustafa Tekiner. Bi gotina Yusuf Serhad Bucak be, Mustafa Tekiner, Kovara Hawarê bi xwe re ji Sûrîyê dianîne herêma Riha û Faik Bucak yê li Stenbolê hiqûq dixwendiye jî kovar bi xwe re dibirine wî bajarî. Tarık Ziya Ekinci, ku wî jî li Stenbolê tip dixwendiye, di roportajeka ser wan salan da dibêje ‘’Hawar bi dizî dihat Stenbolê’’ û bi peyvên serbilind dibêje ‘’Jiber ku di xwendinê de Kurdîya min ji ya hevalên min çêtir bû, min hinek nivîs werdigerandin Tirkî jî.’’ Omer Faruk Baran Bîb...

Bi Xeta Trênê Ziman

Resim
Bo sedsala 19an şoreşa mezin xeta trênê ye. Wan çaxan mesafeyeka ku bi erebeya posteyê 24 saet bûye bi xeta trênê daketiye 6 saetan û vê yekê li ba şair û nivîskaran jî heyecaneka mezin çêkiriye   Şairê Alman Heinrich Heine sala 1843an li Parisê gotiye ‘’Sankî dar û dehl û çem û çîyayên hemî welatan ber bi Parîsê ve dikişin, tên’’  Dîsa wan salan Victor Hugo jî gotiye ku ‘’Bi xeta trênê wê kultûr hevdu nas bikin û wê Fransizî jî bibe zimanê temamê dinê.’’  Ji sedsala 20an vir va Îngilîzî zora Fransizî dibe û bi saya înternetê vê sedsala 21ê digihîne her quncikî.  Lê hîn pir berî înternetê jî zimanê Îngilizên katib û kolonyalîst li dinê zû bela dibû.  Zimanzan dibêjin Îngiliz dema 1788an çûn Australîa li wir û li derdora wî welatî 260 zimanên ji hev cihê hebûne.  Ji wê çaxê vir ve 100 ziman wenda bûne çûne, 100 ziman niha li ber sikratê ne û zarokên yêrlîyên Australîyan van salan li mekteban bi qasî 20 zimanan dersan distînin.  Omer Faruk Baran Bîblîyog...

Hele Yar Zalım Yara Arjen Arî

Resim
  ... di bin serê te de balgih e zendeke min yê din li te pêçayî, koremar li keviyên Dîjle stirana ‘hele yar’! xweş-hest im Bihar, sermest im Bihar! tu Bihar, dor bihar û ez bi har ... Arjen Arî Edîtorê Perxudres Podcastê Omer Faruk Baran di vê şiîrê da li gor rîtma xwe ya xwendinê ''zalim yar'' li misraya sisêyan û ''û'' li li misraya pêncan zêde kiriye. Qeyda Cotmeha 2022yan ya tevî dengê Celal Güzelses yê ‘‘Hele Yar’’ê distrê jiber meseleyên telîfê Hezîrana 2025an jinûve hatiye hazirkirin û muzîk jê hatiye derxistin.

Sewda û Sîyaseta Cemal Süreya

Resim
Cemal Süreya bi şiîr û mektûbên xwe, car caran jî bi Kurdbûna xwe di edebîyata Tirkî da tim şairekî şor-li-ser e.   Derdorên polîtîk bi şiîrên Cemal Süreya ji Dêrsimê heta Enqerê rîyeka sirgûnîyê çêdikin û balê dikişînin ser wan dewrên xedar.  Lê kî çi dibêje jî îbreya ser Cemal Süreya ne tam ber bi Kurdbûnê va dare ne jî ber bi Tirkbûnê va.  Mesela tercûman Tomris Uyar, ku demekê xanima Cemal Süreya bûye û gorey gotegotan jiber şidetê ji mêrê xwe veqetîyaye, di roportajekê da behsa meyla wî ya li ser polîtîkayê dike.  Tomris Uyar dibêje ‘’Cemêl bi qasî şairbûnê dixwast bibe sîyasetçî jî. Ew xwastina wî li hinek şaşîyên din qelibîn, lê esas wî dixwast ku sîyasetê bike’’  Ji nivîsên Cemal Süreya wer tê xanê ku ew heyranê Kemal Burkay bûye û di vê heyranîyê da yek îşaretên ser sîyasetê hene.  Sala 1975an, Cemal Süreya ser şiîra Kemal Burkay wanî gotiye:  ‘’Burkay di nêv kar û xebatên sîyasî da ye, bes di dîwana wî da min hezkirineka mezin dî bo şiîran. Ş...

Kovara Hawarê û Bîna Barûdê

Resim
Yaşar Kemal di roportajeka sala 1995an da zimanê medyaya Tirkî rexne dike û dibêje xeber çi be jî tim bi eynî bi peyvan, bi eynî şeklî têne hazirkirin.  Nivîskarê ku demeka dirêj rojnamevanî jî kiriye, ser wan royan dibêje ‘’Ez ti carî wan qalibên sar ho nebûm. Min metnên xeberên xwe tim bi hevalên xwe didan nivîsandin.’’  Îro ro bo medyaya Kurdî jî însan kane bêje zimanê wê sar e û ji bêje û biwêjên gotinê hinekî germ dikin dûr e. Sermeselê, Kovara Hawarê sala 1941ê dema Cenga Cîhanê ya Duyê radigihîne, dibêje ‘’Ji bayê Ewrupayê bîna barûdê tê.’’  Sal 2022, bo herba Rûsya û Ukrayna her yek têlek timtêlek li kanalên medyaya Kurdî dinêrim, lê gotineka wanî orîjînal nabînim.  ‘’Ji bayê Ewrupayê bîna barûdê tê..’’  Omer Faruk Baran

Muzîka Bê Partî û Pîyasa

Resim
Muzîsyen Nizamettin Ariç di kitabeka Besime Şen da bêyî ku bi nav bike dibêje ‘’Gava partîyek stranbêjan derxe pêş bi sed hezaran kesan partî bi xwe mezin dibe, lê stranbêj biçûk dibin.’’   Ariç dibêje bi vî awayî partî xwe li stranbêjan radikişîne û dibêje ‘’Tu kî yî ku, tu nikarî bo deh kesan konserekê bidî, min tu derxistî pêş bi sed hezaran kes.’’  Delîl Dilaner jî sal 2015, dîsa di eynî kitabê da bi gazinc dibêje ‘’Ez naxwazim derkevim pêş du sed hezar kesî, dixwazim li saloneka xweş bo sê sed kesî konserê bidim, bira rê li ber min negirin, ez destekê jî naxwazim.’’  Sal 2022, Delîl Dîlanar li Diyarbekir, Mêrdîn, Riha û Stenbolê li salonên otel, magaza û kongreyan bi serê xwe konseran dide.  Omer Faruk Baran Jibo malumatên zêdetir:  Devlet, Piyasa, Parti: Nizamettin Ariç ve Kürt Müziği, Besime Şen, Avesta Yayınları - 2016

Gundî Çito Dimirin?

Resim
Bi hezaran telebeyên Moskow û Petersburgê havîna 1874an piştî ji mektebê derketin, cilên xwendîyan ji xwe danîn, yên gundîyan li xwe kirin û bo heyateka nû ya bi sosyalîzma naturel berê xwe dan çol û stepên Rûsan.   Piranîya wan telebeyan li bajaran di hebûnê de mezin bûbûn û berê gund nedîbûn, lê dadiyên ew xwedî kiribûn, cenanên bo xizmetên dê û bavên wan şixulîbûn ji wan re çîrok û meseleyên gundan gotibûn.  Ew telebeyên zêde zengîn li hember dadi, cenan û gundîyên feqîr yên di kitaban de xwe bêmehne sûcdar hîs dikirin. Wan mal û milkên dê û bavên xwe red kiribûn û werga berê xwe dabûn çol û stepan.  Şair Nekrosov digo ''Rûsya li kûrahîya çolan e, li bin hikûmranîya bêdengîya bêdawî..'', Saltıkov-Şçedrin bo gundîyan digo ''qehremanên dema me.'', bi ya Turganyev ji gundîyan zanetir û kanetir kes tunebû. Û li gor Dostoyevski jî ehlaqê gundîyên Rûs ji yê arîstokratê Ewrupî pir çêtir bû. Rêberê rîya nû gundî bûn. Heyranekî din î gundîyan jî Tolstoy bû. To...

Mektûba Kader Küçükçayır: Barek Sitirî

Resim
12ê Hezîranê 2015, Hekarî Teyara min dikê gaveke din ji Yuksekova rabe, ji destên Zapê bifilite, ji Gelîyê Geverokê, Cêlo, serê Çiyayê Reşko û Çiyayê Simbil xatir bixwaze û piştî du saet û nîvan li İstanbul dakeve. Ji Kabataş İskelesiyê heta Mudanya jî dikê dora du saetan bajo. Bi min ra sebr û semax nemaye. Îşte min saleka xwe wanî li Hekarî derbaz kir û kar û xwendekarên xwe, bi heyecan li vî bajarî hemêz kirin. Berî çend mehan ez bi tirs û xofeka mezin hatibûm vir, min digo wê qurşînek di min da biteqe û dilê min jî bişkê, lê wer nebû. Di bawilê min da hinek titûnê qaçax, hinek şekirê qendê heye; di 23 salîya xwe da, îro, dibînim ku ez, bi zimanekî din difikirim, kenê min bi min tê. Min li vir maleka çûk girt, tek pencereyeka wê heye û ew jî li  Cengiz Topel Caddesi  ya meşhûr dinêre. Her hefte, tewr kêm carekê çavê min heyirî devê min vekirî li vê cadeyê dinêrim. Hele ku ceyran jî qut bibe, bo wê royê karê tewr cazîb ew e. Li zarokên jiber tanqên  TOMA yê direvin dinê...