Şiîra Mîna Acer: Şeva Leyletul Qedrê Çîçekên Qebrê

26.03.2025, Çarşem Îro ji roya ji Rojîya Remezanê diçû şeva Leyletul Qedr min şiîrên Mîna Acer xwendin ji ''Kulîlkên Mala Mirîyan'' Mîna Acer di van şiîrên Dêrikanî de bi zimanekî multî-mê mirin û mayîneka li dora dê û dotê raber dike. Şor wer tê, di şiîrekê de, ku nav Duayê Dê ye, dot Mîna Acer, dê jiber mirina wê, minetdar dide ber şiîrê. ''şeva leyletul qedrê bû dêya min her du destên xwe vekir û got ya rebbil alemîn tu bext û text bide qîza min mala wî ava temen negihand wê roja bextewar bextê qîzê bi qîrê text bi derewan şûştin'' Ji xizêm û guharan bigire heta kitan, deq, bûk û kulîlkan hema bêje her tiştê bi jinan bînên mê didin, di şiîrên Mîna Acer de bi mecazan çûne hedê mirinê, bi ax û keseran derbên binaxbûnê xwarine. Tevî van mecazên mirinan ne reşbîn e Mîna Acer, lê ne geşbîn e jî. Loma ya pir, ne îmajînasyona Mîna Acer, lê gotina wê ya dûz, dipdûz, riprast tesîr li min kir. Wê, di şiîrekê de dema bêrîya dêya xwe kiriye bi zar û zimanê zaro...