Şiîra Mîna Acer: Şeva Leyletul Qedrê Çîçekên Qebrê
26.03.2025, Çarşem
Îro ji roya ji Rojîya Remezanê diçû şeva Leyletul Qedr min şiîrên Mîna Acer xwendin ji ''Kulîlkên Mala Mirîyan''
Mîna Acer di van şiîrên Dêrikanî de bi zimanekî multî-mê mirin û mayîneka li dora dê û dotê raber dike.
Şor wer tê, di şiîrekê de, ku nav Duayê Dê ye, dot Mîna Acer, dê jiber mirina wê, minetdar dide ber şiîrê.
''şeva leyletul qedrê bû
dêya min her du destên xwe vekir
û got ya rebbil alemîn
tu bext û text bide qîza min
mala wî ava
temen negihand wê roja bextewar
bextê qîzê bi qîrê
text bi derewan şûştin''
Ji xizêm û guharan bigire heta kitan, deq, bûk û kulîlkan hema bêje her tiştê bi jinan bînên mê didin, di şiîrên Mîna Acer de bi mecazan çûne hedê mirinê, bi ax û keseran derbên binaxbûnê xwarine.
Tevî van mecazên mirinan ne reşbîn e Mîna Acer, lê ne geşbîn e jî. Loma ya pir, ne îmajînasyona Mîna Acer, lê gotina wê ya dûz, dipdûz, riprast tesîr li min kir.
Wê, di şiîrekê de dema bêrîya dêya xwe kiriye bi zar û zimanê zarokîyê gotiye, ''dixwazim bêm satila xwe bavêjim wê bîra pişt xênî, gava giran hat nikaribim, tu jî destekî xwe bavêje werîs, bikişîne bi min re.''
Omer Faruk Baran
Kulîlkên Mala Mirîyan, Mîna Acer, 61 rûpel, Weşanxaneya Lîs - 2020